'Bi parastina li ser kaxizê jin nayên parastin'

  • 09:43 2 Adar 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Nûnera KCDP’ê Rabîa Aksu da zanîn ku tevî biryarên parastin û durxistinê, tevî pêkanînên kelepçeyên elektronîk jin tên qetilkirin û got: “Polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê dide gumanbaran.”
 
Tevî biryarên parastinê û durxistinê qetilkirina jinan û tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe. Hejmara jinên tên qetilkirin roj bi roj zêde dibe. Bêguman sedema vê polîtîkayên bêcezahiştinê û pêknehatina mekanîzmayane. Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Rabîa Aksu  diyar kri ku biryarên parastinê li ser kaxizan dimînin û dewlet mafê jiyanê naparêze.”
 
‘Hebûna qanûnan bi tena serê xwe têr nake’
 
Rabîa Aksu da zanîn ku parastina mafê jiyana jinan di bin berpirsyariya dewletê de ye û wiha got: “Parastina mafê jiyana jinan berpirsyariya esas a dewletê ye.  Em vê her tim tînin ziman. Lê mixabin dewlet di vê mijarê de kêm dimîne. Gelek sedemên vê hene. Qanûnên heyî pêk nayên. Di amadekirina qanûna 6284 de Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin jî cih girt. Lê îro em ji bo qanûn pêk bê têkoşînê dimeşînin. Demek nêz de li Manîsayê Emîne Ozer ji aliyê mêrê  pê re zewicandî  li gel ku biryara durxistinê derbarê wî de hebû hat qetilkirin. Biryara durxisitnê tê dayîn lê mixabin mêr bi jinê re di heman malê de dijî. Ev biryareke çawa ye?Yanî dema qanûn bi cidiyet pêk neyên jin nayên parastin. Qanûn li ser kaxizê dimînin.”
 
‘Tevî kelepçeya elektronîk jin tên qetilkirin’
 
Rabîa Aksu balkişand ser Pinar Karataş a ji aliyê mêrê pê re zewicandibû ve tevî ji bo wî biryara durxistinê hebû û kelepçeya wî ya elektronîk hebû hat qetilkirinê û wiha bi lêv kir: “Tevî kelepçeya elektronîk Pinar Kartaş hat qetilkirin. Ger ku ev pêkanîn hebin, dema sînor bên binpêkirin, hêzên ewlehiyê li ku ne?Çima mudaxaleya pêwist nayê kirin? Berpirsyariya vê ya hêzên ewlehiyê ye. Divê şopandina vê bê kirin.”
 
‘Polîtîka bêcezahiştinê cesaretê dide gumanbaran’
 
Rabîa Aksu wiha berdewam kir: “Li vî welatî tevî biryarên parastinê jin tên qetilkirin. Ev biryar têr nakin.Ji ber kontrola bi bandor nayê kirin. Biryara parastinê hebe divê ev bi bandor pêk bê. Berovajî vê li ser kaxizê dimîne. Ceza dema bi bandor bin wê watedar be. Demek nêz de 11’emîn pakêta darazê ji meclîsê derbas bû. 50.000 girtî hatin berdan. Beşek mezin a ji van kesan ji cînayet, destdirêjî, birîndarkirina jinan hatibûn girtin. Gumanbar çawa hatin berdan sûc berdewam kirin. Polîtîka bêcezahiştinê cesaretê dide gumanbaran.”
 
Rabîa Aksu destnîşan kir ku ji bo tespîtkirina tundiyê û pêşîgirtina tundiyê Peymana StenboLê gelek girîng e û wiha pêde çû: “Dema ev mekanîzma ji holê bê rakirin pêşî li tundiyê tê vekirin. Lê ew peyman gelek xurt bû. Ne tenê jin, hemû kesên di bin rîska tundiyê de diparast. Bi rakirina peymana Stenbolê de di têkoşîna li dijî tundiyê de jî valahiyek mezin afirî. Qanûna 6284 hîna di meriyetê de ye û gelek girînge. Lê heta ku mekanîzmayên kontrolê  xurt nebin biryarên parastinê jî bê bandor dimînin. Çareserî diyare. Divê demildest Peymana Stenbolê ji nûve bikeve meriyetê. Her wiha rêxistibûna jinan gelek girînge.”
 
Ji bo 8’ê Adarê bang
 
Rabîa Aksu anî ziman ku divê di 8’ê Adarê de hemû rayagiştî qetilkirinên jinan li ber çavan bigire û wiha dawî lê anî: “8’ê Adarê hem rojeke dîrokî hem jî rojeke destkeftî û têkoşînê ye.Ez banga têkoşînê, rêxistinbûn û piştevaniyê li hemû jinan dikim. Kolan jî maf jî yên me ne. Jin li malên xwe tên qetilkirin. Ji ber vê li malê runiştin ne çareseriye. Ez banga rêxistibûnê li hemû jinan dikim.”