Tulay Hatîmogullari: Çareserî di avakirina Komare Demokratîk de ye

  • 15:37 3 Adar 2026
  • Rojane
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de axivî û got, “Çareserî ne rejîma desthilat a mollayan ne jî Amerîka û Îsraîl e. Çareserî avakirina Komareke Demokratîk ku mafê hemû netew û baweriyan mîsoger dike ye.”
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di koma partiya xwe ya jina li Meclîsê de axivî. Di serî de sînevîzyona qala têkoşîna jinan dike hat temaşekirin. Piştî sînevîzyonê Tulay Hatîmogullari axivî û anî ziman ku ji 8’ê Adarê Roja Têkoşîna Jinan a Cîhanê re kêm maye û bi lêv kir ew ku bi mabesta rojê spasiya xwe li hemû jinên têkoşer dike, yên di têkoşîna azadiya jinan de jiyana xwe ji dest danê bi bîr anî.
 
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser êrişên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê û ev tişt gotin: “Li her derê erdnîgariya me şer heye. Armanca van şeran ew e ku hezên kapîtalîst li gor berjewendiyên xwe dîzayneke bidin Rojhilata Navîn. Xetere heye ku êrişên li Îranê belavî tevahî herême bibin. Jixwe belavî Iraq û Urdunê jî bûn. Di êrişan zarokên keç û welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest dan. Em van êrişan şermezar dikin. Em li dijî rejîma mola ya Îranê ne ku zextê li gelen Îranê dike. Lê çareserî mudaxaleyeke bi vî rengî û kuştina welatiyên sivîl nîne. Çareseriyê gelen Îranê Kurd, Faris û Beluç, Azerî û hemû gel û pêkhateyên Îranê dikarin werin pêkanîn. Çareserî ne rejîma desthilat a mollayan ne jî Amerîka û Îsraîl e. Çareserî avakirina Komareke Demokratîk ku mafê hemû netew û baweriyan mîsoger dike ye. Em di şexse Jîna Amînî de silav ji hemû jinan û jinên Rojava ku di Rojhilata Navîn de modela Rêveberiya Jinan peşkeş kirine dikin.”
 
Gefa li ser Şengalê
 
Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogullari bal kişand ser gefên êrişê yên li dijî Şengalê û wiha pê dê çû: “Destkeftiyên jinan dikin hedef. Gefxwarinên li dijî Şengalê ku bi pêşengiya jinan Rêveberiyek hatiyê damezrandin nişan dide ku Rojhilata Navînek çawa dixwazin. Her wiha êrişên ser Rojava jî ew yek nişan da. Lê bi hunandina keziyan jinan berxwedaneke mezin hate dayîn. Li Afganîstanê Talîban tundiya li dijî jinan reva dike. Ev yek jî nişan dide dixwazin li Rojhilata Navîn tişteke çawa ava bikin. Aktivîst Yener Muhammedî ku ji bo destkeftiyên jinan têdikoşiya hat qetilkirin. Em bi rêzdarî bi bîrtînin. Jin li her derê ji şer re dibêjin na.”
 
Polîtîkayên li dijî jinan rê li ber qetilkirina wan vedike
 
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku desthilat bi polîtikayên li dijî jinan rê li pêşya qetilkirina jinan vêdike û wiha got: “Bi budçeya îsal a ji bo jinan jî tunehesibandin bû. Jin li her derê rastî tundî û destdirêjiyê tên. Keda jinan tê tunehesibandin. Em jî dibêjin heta mafê jinan tê mîsogerkirin, kêda jinan tê hesibandin, birçîbûn û xîzanî li holê radibe dê têkoşîna xwe bidomînin. Zimanê dewlete jî zilam e û hiqûqa wê jî. Ji ber wê jî jin rastî qirkirinê tên. Tenê di rojeke 6 jin hatin qetilkirin. Lê dadgeha desthilata zilam ne li cem jinan e lê li cem bêrsûcê û bi polîtikayên bêcezahiştinê rê li pêşiya kuştina jinan vêdike. Divê hiqûqa ku jinan biparêze pêk were. Divê desthilat dev jî polîtikayên li dijî jinan berde. Dest ji laşe me, rihe me, nasname û fikren me bikşînin.”
 
Di dawiya axaftina xwe de Tulay Hatîmogullari diyar kir ku Rêber Apo di peyama 27’ê Sibatê de bal kişandiye ser Entegrasyona Demokratîk û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan diyar kir ku ji bo Entegrasyona Demokratîk wî û partiya wî çi bikeve ser milê wan kiriye. Birêz Ocalan diyar kir ku wan deriyê siyaseteke nû vekiriyê û gotiyê divê deriyeke nû ya hiqûq û demokrasiyê vebibe. Daxwazên gelê Kurd ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû welat dê demokrasiyê bîne. Divê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan demildest pêk were. Hevşeredarên qeyûm tayînî şuna wan kirinê demildest vegerin ser karê xwe. Girtiyên nexweş bên berdan. Divê ji bo pêşveçûna pêvajoyê şert û mercên azad ên birêz Ocalan Pêk were. Ji bo vê ne hewce ye li benda derxistina qanûnan bimînin, tenê hiqûqa heyî bikarbînin. Divê Kurd, Elewî û hemû netew û bawerî bi awayekî hemwelatiyên wekhev di qanûnan de bên mîsogerkirin. Meriv dikarê beje qanûnên hemwelatibûna azad jî. Di çerçoveya qanûnên ji bo endamên PKK’ê çeken xwe berdanê de jî qanûna hemwelatîbûna azad pêk were. Herwiha divê Rêveberiyên Xwecihî bên xurtkirin. Mohra demokrasiya Tirkiyeyê demokrasiya herêmî ye. Ya Dîsa divê pêşî li xwe rêxistinkirina civakî û siyasî be vêkirin. Heke ew gav bên avetin aştî jî dê pêk were û demokrasî jî dê pêk were. Em jin heta dawiyê piştgiriya banga Aştî û civaka Demokratîk dikin û ji bo pêkhatina vê jî xebat û têkoşîna xwe didomînin.”
 
Tulay Hatîmogullari axaftina xwe bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî kir.
 
Piştî Tulay Hatîmogullari bi mabesta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jinên mevan jî axivîn û qala girîngiya têkoşîna jinan kirin.