Li Hezexê 'Baxçeyê Jinan' hat avakirin
- 14:44 4 Adar 2026
- Rojane
ŞIRNEX - TJA, li Hezexê "Baxçeya Jinan" hat avakirin û di nav baxçeyê de darên zeytûnan hatin çandin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gundê Rizok a navçeya Hezexa Şirnexê "Baxçeya Jinan a 8'ê Adarê" ava kir û di baxçeyê de darên zeytûnan hatin çandin.
Jinan di bin dirûşam "Jin jiyan azadî" dar çandin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.







