UNICEF: Li Lubnanê 100 hezar zarok bê perwerde mane

  • 16:18 3 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF’ê hişyarî da ku ji ber êrîşên Îsraîlê li Lubnanê 340 dibistanan zirar dîtine û ger gavên lezgîn neyên avêtin, bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re herî kêm 100 hezar zarok nikarin vegerin dibistanê.
 
Bandorên zirarên li ser dibistanên Lubnanê heta paşeroja hezaran xwendekaran dirêj dibe. Ji ber astengbûna binesaziya perwerdeyê, zarok ji mafê xwe yê bingehîn ê perwerdeyê bêpar tên hiştin û ev rewş rîska terikandina dibistanê zêdetir dike.
 
Paşeroja 100 hezar zarokan di xeterê de ye
 
Rêxistina Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di daxuyaniyek de hişyarî da û diyar kir ku ger ji bo nûjenkirina dibistanên ku ji ber êrîşên berdewam ên Îsraîlê zirar dîtine gavên lezgîn neyên avêtin, li Lubnanê herî kêm 100 hezar zarok bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re bi xetera venegerîna ser kursiyên dibistanê re rûbirû ne.
 
340 dibistan û saziyên perwerdeyê zirar dîtine
 
Rêxistinê eşkere kir ku li gorî nirxandina neteweyî ya Wezareta Perwerde û Hîndekariya Bilind a Lubnanê (ku bi piştgiriya UNICEF'ê hatiye kirin), 340 dibistan û saziyên perwerdeyê zirar dîtine. Di nava van de 17 dibistan li bajarên Nebetiye, Başûr, Biqa, Belbek, Hermel, Beyrûd û Çiyayê Lubnanê bi temamî hilweşiyane. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelek ji van saziyan hewceyî nûjenkirineke berfireh an jî avakirina ji nû ve ne.
 
UNICEF’ê tekez kir ku astengbûna perwerdeyê gefê li paşeroja zarokan dixwe, rîska terikandina dibistanê û karkirina zarokan zêdetir dike. Rêxistinê banga veberhênan û nûjenkirina lezgîn kir da ku vegera xwendekaran a di hawirdoreke bi ewle de were mîsogerkirin.