Li Afganîstanê jin ji mafê perwerdehiya bilind hatin dûrxistin
- 18:03 7 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Afganistanê bi hezaran xwendekarên mêr ji bo zanîngehên dewletê maf bi dest xistin; qedexeya li ser xwendekarên keç a ku ji sala 2021'an vir ve berdewam dike, îsal jî nehat guhertin.
Bi eşkerekirina encamên sala 2026’an a ezmûnên ketina zanîngehê re, bi hezaran namzetên mêr ji bo ketina zanîngehên dewletê yên Afganistanê re maf bidestxistin. Ev serkeftin, di gelek malbatan de bi pîrozbahî û peyamên pîrozbahiyê re hat pêşwazîkirin. Lêbelê, li aliyekî din bi hezaran jinên ciwan ên di çar salên borî de ji mafê berdewamkirina perwerdehiya xwe û beşdarbûna ezmûnên li seranserê welat bêpar mane, careke din ji mafê xwe ya bingehîn ê perwerdehiyê dûr man.
Biryara rêveberiya Talîbanê û qedexeya berdewam
Rêveberiya Ezmûna Neteweyî ya Talîbanê, ragihand ku îsal 74 hezar û 500 namzet ji bo saziyên xwendina bilind hatine qebûlkirin. Lêbelê, wekî sê salên berê, îsal jî destûr nehat dayîn ku tu xwendekarên jin beşdarî ezmûna ketina zanîngehê bibin. Ev biryar, piştî qedexekirina perwerdehiya zarokên keç ên di asta navîn û zanîngehê de hê jî di meriyetê de ye.
Piştî ku Talîbanê di sala 2021’an de ji nû ve bû desthilatdar, xwendekarên keç ên ji pola şeşemîn jortir ji berdewamkirina perwerdehiya xwe bêpar man. Piştre deriyên zanîngehan û ezmûna zanîngehê ji wan re hatin girtin. Di encamê de, bi hezaran xwendekarên ku bi salan ji bo ketina zanîngehê amadekarî kiribûn, bêyî ku derfeta pêşbaziyê jî hebe, ji rêya xwendina bilind hatin dûrxistin.
Bandora li ser pêşeroja welat û civakê
Çalakvanên perwerdehiyê, diyar dikin ku ev bêparkirin ne tenê tê wateya windakirina derfetên perwerdehiyê, di heman demê de tê wateya dûrxistina bipergalî ya nîvê nifûsa Efganistanê ya ji zanist, pisporî û sektorên pêşkeftina welat.
Parêzvanên mafên jinan, diyar dikin ku dûrxistina zarokên keç a ji perwerdehiya bilind dê bandorek neyînî li ser pêşeroja Efganistanê bike. Parêzvanan, diyar dikin ku ev yek dê hêza kar a jêhatî kêm bike, newekheviyên aborî û civakî kûrtir bike û bandorên cidî li ser tendurutsiya derûnî ya jinên ciwan bike.
Rexneyên li ser civaka navneteweyî
Piştî ragihandina encamên pêşbazî, hinek çalakvanên mafên jinan jî rexne li helwesta civaka navneteweyî kirin. Li gorî wan, di çar salên borî de bertekên navneteweyî bi pranî bi daxuyanî û îfadeyên fikaran re sînordar maye û ji bo misogerkirina mafê perwerdehiyê ya ji bo zarokên keç ên Efgan gavên bi bandor nehatine avêtin.
Çalakvanan, diyar dikin ku bêdengiya berdewam û nebûna zexta berbiçav a li ser Talîbanê bêparkirina zarokên keç a ji perwerdehiyê, veguherandiye polîtîkayek daîmî. Ev rewş her sal bi hezaran xwendekarên keç ji mafê wan a perwerdehiyê û kariyerê bêpar dihêle.
Şermezarkirina ji hêla tora jinan ve
Tora Jinên Komarî ya Afganistanê jî, di daxuyaniya xwe ya piştî ragihandina encamên ezmûna ketina zanîngehê de, dûrxistina berdewam a keçan a ji vê ezmûnê şermezar kir û vê yekê mîna bêparkirina bipergalî ya ji mafên mirovan ên bingehîn ên jinan bi nav kir.
Torê, diyar kir ku dûrxistina keçan a ji perwerdehiya bilind him zirarê dide pêşeroja wan a takekesî û him jî pêşkeftina zanistî û civakî ya Efganistanê û daxwaz kir ku ji bo mafê perwerdehiyê gavên berbiçav werin avêtin.
Cudakariya zayendî ya berbiçav
Navên namzetên mêr tên ragihandin û navên bi hezaran xwendekarên jin ên ku dikarin beşdarî ezmûna ketina zanîngehê bibin nayên ragihandin. Di sala 4’emîn de jî, jinên ciwan ne ji ber têkçûna xwe, ji ber ku mafê wan ê beşdarbûna ezmûnê nayê dayîn, nikarin bikevin zanîngehê. Ev rewş, wekî yek ji mînakên herî zelal ên cudakariya zayendî ya li Efganistanê tê dîtin.







