Dayikên Şemiyê Emine Ocak bi bîr anî
- 14:16 25 Tîrmeh 2026
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya hezar û 113’emîn de li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Çalakiya vê hefteyê ku ji bo bîranîna Emîne Ocak hate lidarxistin, bal kişand ser windabûna 4 kesên ji heman malbatê û xizmên wan.
Dayikên Şemiyê di hefteya hezar û 113’emîn a çalakiyên xwe de li Qada Galatasarayê kom bûn da ku li aqûbeta xizmên xwe yên ku di binçav de hatine windakirin, bipirsin. Çalakiya vê hefteyê ji bo bîranîna Emîne Ocak ku di têkoşîna windayan de jiyana xwe ji dest dabû hat amadekirin. Di çalakiyê de bal kişandin ser polîtîkayên bêcezatiyê û li aqûbeta Abdulbakî, Kemal û Zûbeyîr Bîrlîk tevî Zekî Alabalik ku di sala 1995’an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di binçavan de winda bibûn, hate pirsîn.
'Bêcezatî pergaleke niheqiyê ye'
Li ser navê komê Emîne Tepe daxuyanî xwend û bal kişand ser pergal û dadweriyê. Emîne Tepe diyar kir ku polîtîkayên bêcezatiyê rê li ber edaletê digrin û wiha got: “Bêcezatî ne tenê siyasetek e ku sûcdaran ji ceza rizgar dike. Di heman demê de pergalek neheqiyê ye ku rastiyê di tariyê de dihêle. Di hefteya hezar û 113’an de em careke din diyar dikin ku heta niha dadgehan di dozên windakirinên bi zorê de beraet dane, delîl û îfadeyên şahidan paşguh kirine. Yên ku bêceza mane, berdewam dikin ku xwê li birînên me dixin. Em careke din diyar dikin ku ev biryarên ku qanûn û wijdanê birîndar dikin, nikarin kesî beraet bikin.”
Çîroka trajîk a sala 1995’an
Emîne Tepe hûrgiliyên bûyera 29’ê Adara 1995’an a li Qoserê bi raya giştî re parve kir. Li gorî agahiyan, Kemal Bîrlîk ê 26 salî û Zekî Alabalik ê 34 salî li Girtîgeha Qoserê girtî bûn. Piştî ku cezayê xwe yê 3 sal û neh mehan temam kirin, diviyabû di 29’ê Adara 1995’an de serbest bihatana berdan. Wan di nameyên xwe de ji malbatên xwe re wiha nivîsandibû: "Bi hejmareke mezin werin me bibin." Li ser vê yekê, bavê wan Abdulbakî Bîrlîk û birayê wan Zubeyîr Bîrlîk di roja serbestberdanê de çûn pêşiya girtîgehê. Tevlî ku leşkeran ew ji derî derxistibûn jî, ne ji yên ku hatin berdan û ne jî ji yên ku çûn pêşwaziya wan, tu nûçe nedahat wergirtin.
20 sal dosya nehat vekirin
Şahidên bûyerê diyar kirine ku piştî derketina ji girtîgehê, leşkeran ew şopandine û bi zorê bi wesayîteke leşkerî birine. Malbatan serî li hemû saziyên fermî û dozgeriyê dan, lê belê dosyaya lêpirsînê heta sala 2012’an li Dozgeriya Komarê ya Qoserê ma û nehat meşandin.
Di berdewamiyê de Ayşe Tepe destnîşan kir ku di îdianameya navborî de hate sepandin ku berpirsyar di çarçoveya çalakiyên JÎTEM’ê yên salên 1992-1996’an de ji revandin û kuştina 22 kesan berpirsyar in. Di nava gumanbaran de navên mîna Albay Hasan Atîlla Ugur, Fermandarê Cendermeyan ê Amedê Albay Eşref Hatîpoglu, Fermandarê Komando Ahmet Boncuk, Çawîş Unal Alkan û 5 cerdevan hebûn.
Lê belê di doza ku li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Enqerê hat dîtin de, tevî hemû delîl û îfadeyan, bersûc hatin beraetkirin û îtîraz jî hatin redkirin. Bi vê yekê re, doza 22 kesan di tariyê de hate hiştin.
Peyama malbatê: 'Kujer diyar in'
Di dawiya daxuyaniyê de, peyama Çetîn Bîrlîk (birayê Kemal Bîrlîk) ku ji aliyê Kudret Înan ve hate xwendin hate parvekirin. Çetîn Birlik di peyama xwe de wiha got:
"Bav û birayê min ê ku çûn pêşiya girtîgehê, ji hingê ve wekî qurbaniyên 'kuştina kiryar nenas' hatine nivîsandin. Bi rastî kiryar diyar e. Ew li gundekî ji hêla Hasan Atîlla Ugur ve hatin kuştin ku wî berê jî gef li birayê min dixwar. Wek malbat, em daxwaz dikin ku ev kujer cezayê ku heq dikin bistînin."







