Ji bo tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan semîner hat dayîn
- 16:57 7 Kanûn 2017
- Rojane
EFRÎN - Endamên Saziya Malbatên Şehîdan ên jin bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan semînerek li dar xist.
Li herêma Efrînê endamên Saziya Malbatên Şehîdan ên jin bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan semînerek li navenda xwe bi dirûşma"Heta tecrîda li ser Rêber Apo rabe, bi berxwedana şehîdên me, em ê pergala Îmraliyê hilweşînin " hat lidarxistin. Hevjîn û dayîkên şehîdan û gel beşdarî semînerê bûn.
Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Şezye Îbrahîm semîner hat dayîn..
Di semînerê wiha de hat gotin:" Dewleta Tirk bi tecrîda li ser Rêber Apo dixwaze fikir û felsefeya wî ji gel qut bike lê belê gel dest ji berxwedana xwe bernadin û li hember hovîtiya artêşa Tirk têdikoşin. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya belavkirina nûçeyên derbarê tendirustiya Rêber Apo şerê derûnî ava bike. Lê tu kes vîna Gelê Kurd nikare tune bihesibîne û her ku diçe em xurtir dibin."
Semîner bi dirûşmên " Jin, jiyan, azadî , bê serok jiyan nabe, şehîd namirin" bi dawî bû.







