Golên Wanê bi berhamehiyên şaredarî, otel û baragehên leşkerî qirêj didin

  • 09:04 5 Adar 2026
  • Ekolojî
Rozerîn Gultekîn
 
WAN - Hevberdevka EKO-Der a Wanê Perîhan Sogukbulak texrîbata di golên Wanê de tê kirin anî ziman û got ji ber HES’an Gola Wanê 200 metre şûnde çûye, bermahiyên şaredarî, otel, baragehên leşkerî, kuliyeya serokomariyê û  fabrîqeyan diherike golan.
 
Di serî de Gola Wnê û gelek golên biçûk yên din ji ber negirtina tedbîran roj bi roj bi xetereya tûnebûnê re tên rû hev. Di rojên borî de Şaredariya Bajarê mezin a Wanê û şaredariyên Rêya Armûşê, Tûşba û Artemêtê piştî barîna berfê, berfa li ser rê û peyarêyan kom bibinûn tevî çopê, metalên giran, bermahiyên bajarî kom kirin û avêtin gola Wan û Sixkê. Ev bibû sedema texrîbata ekolojîk.
 
'Ji 128 çavkaniyên avê tenê ji 38 heban av tê'
 
Li aliyê din jî  gelek yekîneyên leşkerî û tesîsên gelemperiyê nêzî perava golê ne û ji ber vê jî rê li ber texrîbatan veddike. HES dibin sedenam tunebûna zindiyan û her wiha ji 128 çavkaniyên avê yên Gola Wanê xwedî dike tenê 38 heb diherikin. Hevberdevka Komeleya Ekolojiyê ya Wanê (WAN EKO-DER) Perîhan Sogukbulak der barê qirêjiya di golên Wanê de axivî.
 
‘Di gola Erçekê de nêzî 200 cureyên çûkan di bin xetereyê de ne’
 
Perîhan Sogukbulak destnîşan kir ku ekolojî parçeyek girîng a jiyanê ye û bêyî ekolojiyê jiyan ne pêkan e. Perîhan Sogukbulak wiha anî ziman: “Em ekolojiyê neparêzin em nikarin jiyana xwe jî biparêzin. Li bajarên Serhedê texrîbateke ekolojîk a mezin heye. Li cihên baragehên leşkerî hene xweza tê texrîbkirin, dar tên birîn. Li Gola Erçekê nêzî 200 cureyê çûkan bi tûnebûnê re rû bi rû ne. Ligel vê Masiyê Încî Kefalî ya Gola Wanê jî di bin xetereyê de ne.”
 
Li Wanê gol di bin texrîbatek çawa de ne?
 
Perîhan Sogukbulak wiha dirêjî dayê: “Ji ber bermahiyên diherikin golê zindiyên di golê de  tune dibin. Otelên dora golê, baragehên leşkerî û  ji ber şaredarî pergalên parzûnê baş nakin, bermahî gola Erçek, Sixkê û Wanê qirêj dikin. Nexweşxaneya dewletê ya Gevaşê ji ber pergaleke wê ya parzûnkirinê ya baş tune ye, xwezayê qirêj dike. Fabrîqeya çîmentoyê ya Artemêtê  hewayê qirêj dike. Ji ber pergala parzûnikirinê ya şaredariya Tetwan û Xelatê nebaşe  hemû bermahî dikevin golê. Bermahiyên kanalîzasyona navçeyên Rêya Armûşê û Tuşbayê diherikînin cihekî û piştre bi kamyonan dibin sergoyê berê yê li ser Riya Erdîşê. Ji ber vê jî xweza zirarek mezin dibîne. Gel ji vê nerezî ye. Bermahiyên kuliyeya Serokomariyê ya li Xelatê hatiye çêkirin jî diherikin golê.”
 
Perîhan Sogukbulak wiha dawî lê anî: “Divê di alî ekolojiyê de civak bibe xwedî hişmendi. Di alî hişmendiya civakî de qelsî hene. Piştî meha Remezanê em ê bi partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, gel û ekolojîstan re hevdîtinan bikin. Gola Wanê 200 metre şûnde çû ye. Ji ber HES’an av ziwa dibe. Av tune be jiyan tune ye. Ev polîtîka bi zanebûn li Kurdistanê tê meşandin. Em bi xwezayê re li hev nekin aştî jî ne pêkane. Dar tên birîn. Me sala borî 250 hezar darên berûya çandin û hedefa me îsal çandina mîlyonek berû ye.”