Agirê li Semsûrê bi daristanê ket hat vemirandin

  • 12:35 29 Tîrmeh 2026
  • Ekolojî
SEMÛR - Li Semsûrê agirê li qada daristanê ket û li gundên derdorê balav bû, bi alîkariya komên mudaxileyê yên bajarên derdorê hat vemirandin û di şewatê de 50 hezar hektar qad şewitî.
 
Li Semsûrê şewata ku li qada daristanê derket, nîvê şevê hat temirandin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; duh bi şev li gundên Fehrîkan, Dilkan, Mala Qasa û Mala Bawo ji ber teqandinên kana keviran a Alaska Madencîlîgî, saet di 12.45’an de şewatek berfireh derket. Piştre şewat bi bandora bayê li qadek berfireh belav bû. Piştî xebatên demdirêj û piştigiriya komên agirkuj ên ji bajarên Dîlok, Amedê hatin sewqkirin, di derengiya şevê de hate vemirandin. 
 
Têkildarî şewata ku 50 hezar hektar qad şewitî, Serdozgeriya Semsûrê lêpirsîn da destpêkirin.