Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • 12:00 25 Hezîran 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li dozgeriyê dan. Parêzer Rêzan Sarica, Newroz Uysal, Îbrahim Bîlmez û Serbay Koklu bi boneya bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzer Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan herî dawî di 2'ê gulanê, 22'ê gulanê, 12'ê hezîran û 18'ê hezîranê de çûbûn Îmraliyê û heta niha 4 hevdîtin bi Abdullah Ocalan re pêk anîn.