Fîgen Yuksekdag ji Kongreya ESP'ê re peyam şand

  • 14:29 30 Hezîran 2019
  • Rojane
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê Fîgen Yuksekdag ji kongreya ESP'ê re peyam şand û got: “Em îro hevî, bawerî û hêza xwe nû dikin û hatin duriyanek nû û girîng. Ji niha û şûnde civakek bi rêxistin a li kolanan wê bibe reha bingehîn a tevgera polîtîk ya serdema nû." 
 
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), li Salona Şano ya Yenî Sahne 4’emîn Kongreya xwe ya Awarte bi dirûşma “Azadî li Kolanê ye, Pêşeroj Di Sosyalîzmê de ye" li dar xist. Di kongreyê de Hevberdevkên Giştî yên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglu, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û parlamenterên HDP'ê, endamên Komeleya 78’an û gelek kesên cuda amade bûn. 
 
Kongreyê bi rêzgirtinê û axaftina vekirinê dest pê kir. Piştre sînevîzyon hat pêşandan. Ewil Wekîla Seroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş axivî û got: “Di pêvajoya ku gelên Tirkiye û Kurdistanê, têkoşîna jinê, tevgera kedê ya çepgir, tevgera şoreşger a Tirkiyeyê û hemû hêzên civakî yên Tirkiyeyê têkoşînek mezin dide de em kongreya xwe li dar dixin. Di vê pêvajoya ku beşên civakî hêzek mezin û tevgerek mezin bi dest dixe em kongreya xwe li dar dixin. Biryarên ku em li vê salonê bigirin bêtir rol û misyonekî li me bar dike. Bang li me dike ku em bi îdîayên mezintir têkevin rê. Têkoşîna me ya Azadiyê encama têkoşîna azadî û polîtîk e. 
 
'Îktîdar têk çû' 
 
Ozlem, anî ziman ku pêvajoya îmha, dagirkerî, darbe, OHAL, binçavkirin û êrîşên tasfiyê li pey xwe hiştin û wiha bi dawî kir: "Îktîdarê ji bo girseyê bitepisîne û pêşengan belav bike hemû hêza xwe û zordarî bikar anî. Ji bo îktîdarê binçavkirin, girtin û qedexe bû tiştekî rojane û rûtîn. Îktîdarê bi qereqolên tirsê xwest hebûna xwi li ser piyan bihêle. Em bi êrîşa faşîst a li dijî Efrinê rû bi rû man. Me îro îktîdar li kolanê û di sindoqê de têk bir. Niha pêşeroja guhertina civakî ku em têkoşîna xwe bêtir xurt û mezin bikin li pêş me ye. " 
 
'Peyama Fîgen Yuksekdag hat xwendin' 
 
Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag jî ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê peyam şand. Fîgenê di peyama xwe de  anî ziman ku ji ber di rojek wisa girîng de ne li gel wan e xemgîn e û wiha got: "Di rêyên ku astengiyên wê zêde, hevraza wê bilind û talûke de hevaltiya hevrêbûnê bêtir xurt dike. Em li ku dibin biba em bibin em di rêya ku armanca me yek e de bi hevre meşiyan û dimeşin. Vê yekê hevaltiya me bêtir xurt kir. Divê em îro hevî, bawerî û hêza xwe nû dikin û hatin duriyanek nû û girîng. Ji niha û şûnde civakek bi rêxistin a li kolanan wê bibe reha bingehîn a tevgera polîtîk ya serdema nû." 
 
'Kongre dê bibe bersîva guhertina şoreşgerî'
 
Fîgenê, anî ziman ku ew bawer dike ku ev kongere dê bibe bersîva guhertina şoreşgerî ya gel û wiha got: "ESP ku li ser hêza kevneşopiya dîrokî û tevgera demokratîk û şoreşger a sosyalist a Tirkiye  hatiye avakirin wê ji bo jiyana nû ya civakê bibe parazvaneke xurt."