Koma werzîşên xwezayî bi wargehên werzîşê dest bi xebatê kir
- 09:02 1 Tîrmeh 2019
QERS - Li Tirkiyeyê yêkem koma werzîşa xwezayî ya jinan bi wargehên werzîşê dest xebatên xwe kir. Têkîldarî wargehên werzîşê seroka komeleyê Gul Soydan axivî.
Li Tirkiyeyê yêkem koma werzîşê ya jinan a bi navê Çiyagerî û Werzîşên Xwezayî ya Amazonan li Tirkiyeyê û ji derveyî welat bi giştî 6 hezar û 467 endamên wê yên jin hene. Ev koma werzîşê ya jinan li her derê Tirkiyeyê wargehên werzîşê vedike. Seroka komeleyê Gul Soydan diyar kir ku li Amerîkayê, Ewropayê û Asyayê 49 endamên wan hene û got ku xebatên wan ji bo nivşê nû firsendeke başe.
‘Bi ger, dîtinê û lêkolînkan em ê xwezayê nas bikin’
Gulê bal kişand ser armanca avakirina komê û got ku ji bo wan tişta herî baş di werzîşê de pêşketina ciwanan e û wiha axivî;” Armanca me ew e ku di werzîşa çiyagerî û her qadeke werzîşê de jinên,ciwan û zarokan pêşvebirin e. Niha nifşê nû girêdayî televizyon û kompitûra bûne. Ev rewş her ku diçe ber bi rewşeke xeter de diçe. Armanca me ew e ku em jiyanê bi nifşê nû bidîn naskirin. Jiyan ne tenê di navbera çar diwaran de ye. Xweza heye û hêza ku me li ser lingan digire paqijiya xwezayê ye. Ji bo ku em zêdetir bijîn, hewceye ku em xwezaya xwe nas bikîn û bi wê re bijîn. Bi werzîşên xwezayî em dixwazîn ciwanan û jinan girêdayî jiyanê bikîn. Hem derûnî hem ji sosyolojik em dixwazîn ji jinan û ciwanan re bibîn piştgir. Bi ger, dîtin û lêkolînkan em ê xwezayê ji nû ve nas bikîn û biafirînin. Koma me hem ji bo naskirina xwezayê, hem jî ji bo pêşerojeke xweş firsendeke hêja ye.”
‘Dê her gotinek zarokan bê çapkirin’
Gulê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ê her wargeha ku ew li bajaran ava dikin wekî berhem li Enqereyê pêşkeş bikin û wiha dom kir;” Me xebatên xwe dan destpêkirin. Ev kom dê li Qers,Sarikamiş,Arpacay, Enqere û Stenbolê bên meşandin. Her wiha cihên ku dê li Bursa, Îznîk, Amed, Erxenî û Qersê tên avakirin wê belaş xizmetê bikin. Mamosteyên ku dê di wargehan de cih bigirin hatine perwerdehîkirin û ew ê li nav xwezayê berhemên xwe bidin. Bi malbatên zarokên ku dê li wargeha werzîşê cih bigirin re hevdîtin pêk hat û piştî wargehê guhertina ku bi zarokan re pêk bê hate raporkirin. Di her wareghekê de dê zarok bi şev li derdora agir kom bibin û hestên xwe bînin ziman. Derûnas dê van zarokan guhdar bikin û raporê bigrin. Ev rapor dê bên çapkirin û dê ji her wargehekê re bên cudakirin û li Enqereyê dê bên pêşkeşkirin. Em bi hezkirineke mezin xebata xwe didîn. “
‘Ev werzîşa dê xwezayê bi zarokan bide hezkirin’
Gulê serdema teknolojiyê rexne kir û got ku zarok bi naskirina xwezayê dê ji nû ve zindî bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî;” Perwerdehiya wargehê ya yêkem li navçeya Qersê Sarikamişê pêk hat. Hin tiştan mirov di temenê xwe yê biçûk de nas bike ev fêmkirin û nêrîna mirov pêşve dibe. Ev ji ji zarokan re vekirina deriyekî nû ye. Lê mixabin niha zarok bi teknolojiyê re hatine xetimandin. Di destê her zarokekî de telefonek yan ji komputurek heye. Erê hûn li malê bi zarokên xwe re dijin lê haya we bi zarokên we tune ye. Gelek malbat ji aliyê zarokan ve nayên hezkirin. Ev sedem jî ji ber nebaşiya têkiliyên me yên bi zarokên me re ye. Lê li wargehên werzîşê zarok dikare bifikire û ber bi xeyalên mezin bifire. Ev dibe sedema zanistiyeke baş. Zarok dikare êdî her tiştî bike û fikra xwe bîne ziman. Ji ber wê pêwîstî bi werzîşa xwezayî heye. Divê malbat nîşanî zarokan bidin ku ew dikarin her tiştekî bikin û divê malbat wekî pêşerojê li zarokên xwe bibêrin. Gava ku ev bi zarokan dan hîskirin hezkirina zarokan mezin dibe û têkiliya wan bi jiyanê re xurt dibe.”







