Feleknas Uca: Wê Şengal neyê jibîrkirin û em nadin jibîrkirin

  • 12:52 3 Tebax 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Feleknas Uca ya HDP'yî diyar kir ku di ser êrşên DAÎŞ'ê yên li Şengalê re 5 sal derbasûne û wiha got: "Ev komkujî bi dawî nehatiye. Di bin navê Şengalê de zextên li ser Rojhilata Navîn berdewam dikin. Du tişta ku DAÎŞ'ê kir îro bi rêbaze din Tirkiye dike. Ji bo ku em hemû êzidiyên di destê DAÎŞ'ê de rizgar bikin têkoşîna me berdewam dike. 
 
Çeteyên DAÎŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kiribûn û komkujî pêk anîbûn. Li gel bi heazaran êzidiyên ku hain qetilkirin yên mayî jî hatin koçberkirin. Bi sedan jinên êzidî û zarok dema ku ji ber DAÎŞ'ê reviyan çûn çiyayên Şengalê  û ji bo ku nekevin destên DAÎŞ'ê xwe ji zinaran de avêtin. Bi sendan ji wan jî di rêya koçberiyê de jî ji birçîbûn û tîbûna jiyana xwe ji dest dan. 7 hezar jin ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin û li gel ku 4 hezar ji wan hatin rizgarikirin hîna 3 hezar jinên êzidî hîna di destên DAÎŞ'ê de ne û li bazara koleyan tên firotin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca, diyar kir ku li gel evqes dem di ser komkujiyê re derbas bûye jî hîna êşa wê wekî roja îro taze ye û carke din komkujiya hat kirin şermezar kir. 
 
'Jinan xwe ji çyayên Şengalê avêtin'
 
Feleknas diyar kir ku roja komkujiyê 3'yê Tebaxê di heman demê de cejna êzidiyna e û bi vê minasebetê cejna wan jî pîroz kir. Feleknas bi bîr xist ku ji ber êrîşên DAÎŞ'ê 405 hezar kes koçber bûyer û 105 hezar kes jî derketiye çiyayên şengalê û got ku 7 hezar jin û zarokên êzidî jî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatine revandin. Feleknasê anî ziman ku li ber çavên zarokan bavê wan hatiye serjêkirin û wiha berdewam kir: "Ev komkujî ll ber çavên tevahiya cîhanê hat jiyîn. Berê komkujiyê jî li ser Şengalê tehdît hebû. Beriya komkujiyê çeteyên DAÎŞ'ê li Şengalê belavok belav kiribûn û gotibûn em ê 'di Cejna Çile Havînê de bên çawyeke we vexwun' û şeva cejnê êrîşî Şengalê kiribûn. Bi hezaran kesî ji ber birçîbûn û tîbûnê di rêyan da jiyana xwe ji dest da. Kesên hewl dan birevin jî bi rêy de bi felaketên mezin re rûbirû man û jiyana xwe ji dest dan. Jinên êzidî ji bo ku nekevin destê çeteyên DAÎŞ'ê xwe ji çiyayên Şengalê avêtin."
 
'Li goristana Şengalê yekitiya kurdan heye'
 
Feleknas di berdewamiyê de got ku xwezî zimanê çiyayên Şengalê hebûye û tişta hat jiyîn bigota û anî ziman ku vê komkujiyê birînên bêderman ku ji bo pêçandina wan demeke dirêj divê vekirin.  Fekleknas destnîşan kir ku tevahiya cîhanê li dijî vê komkujiyê bêdeng ma, lê 12 şervanên PKK'ê çûn Şengalê û ji bo ku korîdorekê vekin têkoşîn dan. Di korîdorên ku ji aliyê wan şervanan ve hatin vekirin re bi hezaran êzidî bi saxî hatin rigarkirin. Dema ku em îro li Gortistana Şengalê dinênrin em dikarin yekitiya kurdan bibînin. Ji ber ku li wê goristanê ji Êlih, Amed, Wan, Mahabatê û ji Colemêrgê şehîdgehên ciwanan hene. Dema ku êrîş nû pêk hatin ez li Ewropayê bûm û ciwanek hat gel min.  Bi xuşka xwe re axivîbû navê wê Hayat bû. Ji min re got, 'Xuşka min bi telefonê li min geriya û got ku DAÎŞ'ê dora gund girtiye. Xuşka min ji bo ku nekeve destê DAÎŞ'ê wê dawî li jiyana xwe bîne.' Min demildest telefon ji wî ciwanî girt û min xwest bi Heyatê re têkiliyê daynim û wê îkna bikim.  Lê ez bi ser nektim û Heyatê jiyana xwe ji dest da. Me jiyan azad nekir."
 
'Em ê destûrê nedin ku Şengal bê jibîrkirin'
 
 Feleknasê diyar kir ku îroa jî bi hezaran jin hîna di destê DAÎŞ'ê de ne û wiha got: "Jinan li dijî DAÎŞ'ê çek hilgirtin û ji bo parastina xwe li hemberî DAÎŞ'ê şer kirin. Kesên 60-70 salî Şengalê parastin. Niha şerma herî mezin ew e ku bi hezaran şengalî hîna li konan dijîn. Ev komkujî bi dawî nebû. Di bin navê Şengalê de zextên li ser Rojhilata Navîn berdewam dikin. Tişta duh DAÎŞ'ê kir îro Tirkiye bi rêbazên cuda dikin. Ji bo ku em hemû êzidiyên di destên DAÎŞ'ê der rizgar bikin têkoşîna me berdewam dike. Ji dewletên ewropî re jî bertekên me û rexneyên me hene. Li Şengalê xwedî dernekitin û hîna jî dernakevin. Em dixwazin ku Komkujiya li Şengalê wekî qirkirin bê binavêirin.  Wê Şengal neyê jibîrkirin û em destûrê nadin ku bê jibîrkirin."