'Edaleta ku îro em lê digerin dê sibehê ji we re jî pêwîst bike'
- 14:19 3 Tebax 2019
- Rojane
STENBOL - 749 hefteye Dayikên Şemiyê li gel astengiya polîsan aqûbeta xizmên xwe yên winda dipirsin. Dayikan bang li polîsan kirin û got: "Ev edaleta ku em îro lê digerin dibe ku sibehê ji we re jî pêwîst bike."
Dayikên Şemiyê ku cara 749'emîn xwestin biçin Qada Galatasarayê û aqûbeta xizmên xwe yên winda bi birsin, careke din ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li ser astengkirina polîsan çalakiya dayikan li kuçeya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê pêk hat. Dayikên ku ji aliyê polîsan ve li vir jî hatin dorpêçkirin, tîşortên ku wêneyên xizmên wan ên winda li ser wan bûn li xwe kirin û wêneyên xizmên xwe yên winda û qurnefîlan hilgirtin. Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî piştgiriyê da dayikan.
'Divê sedem baş bê lêkolînkirin'
Vê hefteyê aqûbeta Abdûrrahman Demîr ê ku di 7'ê tebaxa 1995'an de hat binçavkirin û careke din agahî nehate girtin hat pirsîn û pêkanîna edaletê hat xwestin. Daxuyanî ji aliyê xwişka Hansan Ocak ku di 21'ê adara 1995'an de cenazeyê wî di goristana bêkesan de hat dîtin Masîde Ocak ve hat dayîn. Masîde, bal kişand ser 4 kesên ku beriya demeke dirêj hatibûn windakirin û di 28'ê tîrmehê de li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê derketinbûn holê û xwest ku sedema windakirina her çar kesan ji aliyê rayedaran ve baş bê lêkolînkirin.
'Çibû ji kurê min?'
Masîde piştî vê yekê qala çîroka windabûna Abdûrrahman Demîr kir û ev tişt anî ziman: "Abdûrrahman li nuqteyeke venêrînê ya navçeya Qoser a Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û careke din agahî ji nehat girtin. Malbata Demîr ji ber pirsîna kurê xwe gef li wan hat xwarin û hat xwestin ku dev ji lêgerîna kurê xwe berdin. Dayika Demîr Kesîre Demîr heta 20 salan jî her tim digot, 'Çibû ji kurê min?' û bêyî ku aqûbata kurê xwe hîn bike jiyana xwe ji dest da."
'Edalet ji bo her kesî pêwist e'
Di dawiya daxuyaniyê de dayika Mûrat Yildiz ku di 23'ê sibata 1995'an hat windakirin Hanîfe Yildiz bertek nîşanî polîsan da û bi van gotinan bang li polîsan kir: "Ev edaleta ku em îro li digerin dibe ku sibê ji we re jî pêwîst bike."







