'Jinên Êzidî bi rêxistinkirina xwe wê rê li ber fermanan bigirin'
- 14:35 3 Tebax 2019
- Rojane
Civîn Husên-Şêrîn Zêrevan
QAMIŞLO - Jinên tevlî komcivîna ji bo salvegera 5'emîn a komkujiya Şengalê ya li Qamişloyê pêk hat, bûn wiha gotin: " Li ser felsefeya Rêber Apo jinên Şengalê xwe bi rêxistin kirin, wê rêxistina wan rê li ber fermanan bigire."
Îro li hola zana ya bajarê Qamişloyê bi dirûşmeya "Parastina rûmeta jinên Şengalê, parastina hebûna jinan e", di pêşngtiya Kongreya Star de komcivîna ji bo salvegera 5'emîn a Komkujiya Şengalê hat lidarxistin. Bi tevlîbûan 152 delegeyên jin ji sazî, rêxistin û dezgehên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê, her wiha şandeyek ji Yekîneyên Jinên Şengelê civîn pêk hat. Jinên tevlî komcivînê bûn ji ajansa me re axivîn.
'Fikra Abdullah Ocalan li Şengalê rê li ber qirkirinek mezintir girt'
Fermandara YJŞ'ê Hêzda Şengal wiha got: "Wek jinên êzîdî tevlîbûan me ji komcivînê re bi wate û bi nirx e. Îro salvegera 5'emîn ya komkujiya Şengalê ye ku bi roja reş em bi nav dikin. Bi vê rojê tevahî şehîdên fermanê û şervanên ku canê xwe feda kirin em bi bîr tînin. Wek YJŞ/ YPŞ'ê ku berî fermanê rêxistinek meyî xurt heba , gelê me ji komkujiyê derbas nedibû. Belavbûna fikir û felsefeya Rêber Abudllah Ocalan li Şengelê rê giritna li ber fermanan e. Li ser vê bingehê îro YJŞ/YPŞ'ê xwe bi rêxistin dikin, li ser felsefeya Rêber Apo em ê rêxistina xwe mezintir bikin û li ser şopa têkoşerên azadiyê bibin bersiv ji 74 fermanan. Ji me tê xwestin em xwe perwerde bikin, soza me ji tevahî jinên ku hatin qetilkirin û revandin ku heta dawiyê tola wan hilînin û civaka xwe biparêzin, bi rêxistin bikin."
'Jinên Êzidî bûn hedefa çeteyên DAIŞ'ê'
Endama Koordinasiyona Kongreya Star Hediya Şemo jî wiha got: "Îro 3'yê tebaxê ye roja komkujiya ku çeteyên DAIŞ'ê li ser çiyayê Şengalê pêk anî û bi tabyet jinên êzîdî hedef girtin. Di encamê de 5000 jinên êzîdî ji aliyê Çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin. Wek tevgera Kongreya Star di vê rojê de, me xweset komcivînekê li dar bixin û tevahî jinên êzîdî bi bîr bînin. Jinên êzîdî heta roja îro çand û dîroka xwe parastibûn, loma bûn hedefa çeteyên DAIŞ'ê ku her dixwazin çand û dîroka gelan tune bikin."
'Bi rêxistina xwe em ê rê li ber fermanan bigirin'
Hediyayê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Armanca komcivînê ku tevahî jin ji hemû netewan kom bûne, nêrînên xwe parve bikin, ku jin zanibin li ku bin wê xwedî li hev derkevin. Divê ku rêxistina jinan mezintir bibe. Jinên Şengalê di aliyê civakî, leşkerî, çandî de xwe bi rêxistin kirin. Meclîsa xwe ava kirin. Êzidiyên ku kok û dîroka wê resen heye her rastî fermanan tê. Bi rêxistina xwe em ê rê li ber van fermanan bigirin."







