Şêniyên Girê Spî li dijî gef û kiryarên dewleta tirk meş li dar xistin
- 14:50 3 Tebax 2019
- Rojane
GIRÊ SPÎ - Bi sedan ji şêniyên Kantona Girê Spî li dijî gef û kiryarên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş li dar xistin. HEr wiha li Navçeya Qinê ya Kantona Kobanê jî li dijî êrîşên dewleta tirk daxuyanî hat dayin.
Di çarçoveya çalakiya mertalên Zindî ya Kantona Girê Spî ku di roja xwe ya 17'emîn de ye, bi sedan ji şêniyên Kantonê bi hemû pêkhateyên xwe, sazî û dezgehên civaka sivîl li dijî gefên dewleta Tirk û bi munasebeta 5'emîn salvegera komujiya Şengalê, li hember sînorê dewleta Tirk meşeke girseyî li dar xistin. Meş bi dirûşmeyên "Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re", "Bijî berxwedana gel" ji çarxerêya dadgeha kevin li taxa Ermeniyan dest pê kir û ber bi çalakiya mertalên zindî ya li taxa El-Munbetih ve rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismail ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye: "Em weke gelê Kantona Girê Spî 5'emîn salvegera komkujiya Şengalê ku ew jî yek ji fermanên qirkirina civaka Êzîdî bû, bi bîr tînin. Hêzên terorîst bi saya berxwedana gelên herêmê û şervanên wê me bi bin ket. Dewleta Tirk berê xwe da Efrînê, dagir kiri û niha jî hewil dide ku xakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Em weke şêniyên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe van gefan red dikin, komkujiyên Erdogan şermezar dikin û dibêjin welat yê me ye."
Meş bi beşdarbûna çalakiya mertalên zindî re bi dawî bû.
Li Qinê daxuyanî hat dayin
Her wiha li navçeya Qinê ya girêdayî Kantona Kobanê, serokên eşîreyên ereb yên navçeyê jî daxuyanî di heman çarçoveyê de dan.
Daxuyaniya ku ji aliyê serokê eşîreya El-On Hesen Mewas ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:"Dewleta Tirk bi domdarî gefan li dijî herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe, da ku êrîşî ser aramî û ewlehiya herêma me bike û ezmûna demokratîk û modela wekheviya di navbera pêkhateyên wê de bi dawî bike. Ev gefên dewleta Tirk xetereyek ji bo herêmê û çareseriya aştîxwaz li Sûriyê çêdike û dewleta Tirk dixwaze bi van gefên xwe, rê ji bo vegera çeteyên DAIŞ'ê veke.
Em, serokên eşîreyên ereb yên navçeya Qinê, li gel hêzên xwe yên Sûriyeya Demokratîk li dijî her metirsî an dagirkeriyê ku herêma me hedef digire em bi hev re şer bikin û em ê li cem şervanên xwe li xetên pêşî bin da ku ax û şerefa xwe biparêzin."
Daxuyan bi dirûşmên "Mirin ji xayînan re", "Dilovanî ji şehîdan re" û "Serkeftin para me ye" bi dawî bû.







