Xizmên windayan aqûbeta windayên xwe pirsîn

  • 16:11 3 Tebax 2019
  • Rojane
AMED / ÊLIHA - Li Amed û Êlihê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin' hat lidarxistin û aqûbeta windayan hat pirsîn. Di çalakiya li Êlihê de komkujiya Şengalê hat şermezar kirin. 
 
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li Amed û Êlihê çalakiya xwe "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" pêk anîn. Xizmên windayan diyar kirin ku aştiyek civakî di rêya rû bi rûkirinê re derbas dibe. Malbatan bang li dewletê kir ku dest ji polîtîkayên şer berdin.   
 
Li Amedê aqûbeta Îskan Can hat pirsîn
 
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li avahiya ÎHD'ê ya Amedê çalakiyên "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar xistin. Xizmên windayan di hefteya 547’an de kom bûn û aqûbeta windayên xwe pirsîn. Li avahiyê pankarta "Bila winda bên ditin û kujer bên darizandin" hat vekirin û wêneyên windayan hat hilgirtin. Di çalakiyê de Endamê komîsyona Windayan ê Şaxa ÎHD'ê Adnan Orhan, axivî û diyar kir ku hêj çalakiya wan a li Parka Koşuyolu tê astengkirin û wiha got: “Li vê erdnîgariyê hêj zilm, pêkanînên keyfî berdewam dikin. Biryara Walî ya qedexeyê tê wateya ku dixwaze dengê dayikan qut bike ye. Wê heta dawî daxwazên xwe bînin ziman û şopdarên windayan bin." 
 
Orhan, piştre çîroka Îskan Can e di sala 1999'an de li Amedê hat windakirin pirsî. Orhan, anî ziman ku dema Can ji bo xebatê çû Stenbolê çend çaran ji aliyê polîsan ve hat şopandin û herî dawî di 17'ê tebaxa 1999’an de li malbatê geriya ye û diyar kiriye ku hatiye Amedê, lê ji wê demê û şûnde tu agahî jê nehatine girtin. 
 
Li Êlihê jî çîroka Hacî Ahmet Er hat vegotin 
 
Xizmên windayan û şaxa îHD'ê ya Êlihê jî bi heman armancê li avahiya ÎHD'ê ya Êlihê çalakiya xwe berdewam kirin. Li Êlihê jî xizmên windayan di hefteya 453'an de kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Rêveberên ÎHD'ê û Xizmên windayan amade bûn. Li ser navê malbatan û parazvanên mafên mirovan Rêvebera ÎHD'ê ya Êlihê Gulbahar Kaya, bal kişand ser komkujiya Şengalê û wiha got: "Di ser komkujiya Şengalê re 5 sal derbas bûn. Em carek din êrîşa li dijî êzidiyan şermezar dikin." 
 
Kaya, piştre çîroka Haci Ahmet Er ê di 15'ê tebaxa 1995'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê hat windakirin û piştre agahî jê nehat girtin pirsî.