Li Amedê Komxebata KCD’ê ya tenduristiyê hat lidarxistin
- 16:12 3 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Li Amedê Komxebata Demokrasî û Tenduristî ya Herêmê hat lidarxistin. Komxebata ku ji hêla Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê ve hatî amadekirin de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivî û da zanîn ku dema jin diçin nexweşxaneyan nikarin bi zimanê xwe yê dayikê xwe îfade bikin û bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin.
Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li avahiya Şaxa Hejmara 1’emîn a Egîtîm Senê Komxebata Demokrasî û Tenduristî ya Herêmê li dar xist. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Hevserokê Giştî yê SES’ê Îbrahîm Kara, Endamê Konseya Navenda Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Halîs Yerlîkaya, Sekretara Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy û gelek kes beşdarî komxebatê bûn.
'Nikarin xwe îfadê bikin'
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Salîha Aydenîz moderatoriya komxebatê kir. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven axaftina vekirinê ya komxebatê kir û wiha got: “Ji ber şerê li herêmê rû dide, mirov nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê. Dema ku mirovên me diçin nexweşxaneyan nikarin bi zimanê xwe yê dayikê xwe îfade bikin. Bi teybetî jî jinên kurd, di vî warî de rastî gelek zehmetiyan tên.”
'Dê kêmasiyên xwe danîn holê'
Leyla, da zanîn ku bûyerên li ser vê erdnîgariyê diqewimin ne fîlm in, rastîne û wiha bilêv kir: “Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê xebatên xwe bi rêve dibe. Meclîsa me di vê pêvajoyê de di gelek ezmûnan re derbas bû. Mînak Kobanê ji bo me ezmûnek bû. Divê em hemû kurt û kêmasiyên xwe danîn holê û li ser polîtîkayên nû de avakirinê bihizirin.”
'Em ê li ser şopa wan herin'
Piştî Guven Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û wiha got: “Em Komkujiya Êzidiyan a di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk hat şermezar dikin. Di dema xedexeyên derketina derve de hevalên me yên xebat kirin hatin qetilkirin. Êdî meclîseke me ya şehîdên wê hene, heye. Ji ber vê yekê barê me jî girane. Sozên ku me dane wan hene. Em ê li ser şopa wan herin."
Piştî axaftinan komxebat ji çapemeniyê re girtî dewam kir.







