'Divê di warê parastinê de felsefeya azad derkeve pêş'

  • 16:16 3 Tebax 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Komcivîna ku bi pêşengtiya Kongreya Star bi dirûşma "Parastina rûmeta jinên Şengalê, parastina hebûna jinan e" tê lidarxistin, bi maseye dûyem didome. Semînervanên vê maseyê gotin: "Bi rêya  fikrê birdoziya azad jinên parastvan bi ser ketin, divê di warê parastinê de felsefeya azad derkeve pêş." 
 
Bi pêşengtiya Kongreya Star  bi dirûşma "Parastina rûmeta jinên Şengalê, parastina hebûna jinan e"komcivîna ji bo salvegera 5'emîn a komkujiya Şengalê tê lidarxistin. Di komcivînê de maseya yekem li ser çand, dîrok û ola Êzdatiyê nirxandinên têr û tijî hatin kirin. Piştî nîqaşan, komcivîn bi vekirina maseye duyem li ser avakirina hêzên leşkerî yên jin, parastina Şengalê  û jinê didomê. 
 
Hêzên leşkerî yên parastinê dest bi vekirina maseya duyem kirin, semînervanên vê maseyê Berdevka YPJ'ê Nesrîn Ebdullah, Fermendara Hêzên Parastina Şengalê Hêzda Şengal, Fermendara YPJ'ê Sosin Bîrhat bûn.
 
Berî ku mase were vekirin sînevîzyoneke li ser  3'yê Tebaxê roja komkujiyê û êşên wê hat pêşkêşkirin.
 
'Hovîtiya DAIŞ'ê kîna tolhildanê di dilê jinên Êzidî de da avakirin' 
 
Di nirxandinên maseyê de wiha hat gotin:"Roja 3'yê Tebaxê em wekî rojeke reş bi nav dikin. Rastiya mirovahiyê di vê rojê derket holê.  Dijminên mirovan  yên ku ji  bo berjewendiyên xwe kar dikin her komkujî pêk anîne. Kîn û êşa vê rojê giran bû. Tehdîdên çeteyên DAIŞ'ê berî fermanê bi rojekê tirseke mezin di nava civaka Êzdî de çêkir. Êrîş  di roja cejna Êzdiyan de hat kirin, ev dide diyarkirin ku dijminên hovana rojên xweşiyê ji bo civakan hildibijêrin ji bo bikin rojên xemgîniyê, rojên binirx dikin rojên reşî û zoriyê. DAIŞ'ê kîn di dilê jina Êzdî de avakir."      
 
'Avakirina hêzên parastina jinê bersiva 74 fermanan e'
 
Di berdewamiya nîqaşan de wiha hat gotin:"Fikrê azad rastiya vîn û hêza jina Êzîdî xurt kir. Avakirina hêzên parastinê ji bo jina Şengalî pêwîst bû niha rojên me rojên serkefinê ne. Me karîbû bi hêza jinê em rê li ber belavbûna reşiyê bigirin. Fikrê azad ronahî  da rêya rizgariya Şengalê. Jiyana koletiyê êdî  nayê qebûl kirin, rêxistineke jinan heye.  Dema hereketa azadiyê li hemberî DAIŞ'ê  şerkirin baweriyeke mezin di nava  civaka Gelê Êzîdî de çêbû. Di avakirina hêzên parastinê jinê DAIŞ têk bir û bûn bersiva 74 fermana, ev kîna tolhildana jinên Êzidî ye."   
 
'Bi rêya  fikrê birdoziya azad jinên parastvan bi ser ketin'
 
Her wiha di maseya nîqaşan de wiha hat gotin:"Di dîroka kurdan de tim êrîş hene û heya niha jî didome. Girîngiya parastinê ji bo tevahî jinan  pêwîste sîstemên ku jin û gelan dikuje, di şexsê jinan de çand û zimana jî  dikuje. Divê rêxistinek ji bo sîstema jin a parastinê hebe.  Parastina mafê mirov di hevpeymanên navneteweyî de bi xetên qalind hatine nivîsandin,  lê tu rastiya wê tune ye. Wekî jinên kurd pêwist e ji tecrûbeyên xwe em sûd werbigirin û têkoşîna xwe xurt bikin, da ku em barê rizgariya tevahî jinan rabikin. Têkoşîna me, têkoşîna  xelaskirina tevahî jinan e. Bi rêya  fikrê birdoziya azad jinên parastvan bi ser ketin."
 
Komcivîn bi nîqaşan didome.