Li Wanê derbarê Komkujiya Şengalê de daxuyanî hat dayin

  • 17:15 3 Tebax 2019
  • Rojane
WAN -TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku qirkirina jinê û komkujî sûcê mirovahiyê ne.  
 
TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku qirkirina jinê û komkujî sûcê mirovahiyê ne.  Jinên ku li Kuçeya Şafakê hatin gel hevdu laçikên spî girê dan. Li ser navê jinan daxuyanî ji aliyê Aktivîsta TJA'yê Gulê Komî ve hat xwendin. 
 
Gulê wiha got:"Êzidî bi hovîtiya herî xirab a sedsala 21'emîn rû bi rû hatin hiştin. Ji ber vê yekê bi hezaran Êzidî bi îşkence, koçberî û mirinê rû bi rû hatine hiştin. Qirkirina jinê û komkujî sûcê mirovahiyê ne.  Heta ku kujer hesab bidin em ê gera xwe ya edaletê bidomînin."
 
Piştî daxuyaniyê jinan ji bo kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan lorandin.