'Divê em jiyanê li ser hezkirina azadiyê perwerde bikin'

  • 17:37 3 Tebax 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Komcivîna ji bo salvegera 5'emîn  komkujiya Şengalê a ku bi pêşengtiya Kongreya Star di bin dirûşmeya "Parastina rûmeta jinên Şengalê, parastina hebûna jinan ne"  hatibû li darxistin,bi maseya  sêyemîn li ser komkujiyê û aliyên wê yê huqûqî  bi dawî bû.
 
Bi pêşengtiya Kongreya Star  di bin dirûşmeya "Parastina rûmeta jinên Şengalê, parastina hebûna jinan ne" komcivîna ji bo salvegera 5'emîn komkujiya Şengalê hat li darxistin. Bi tevlîbûna 125 delegeyên jin ji giştî  sazî û dezgehên jin yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi maseya sêyemîn li ser komkujiya Şengalê di aliyê huqûqî de bi dawî bû. Semînervanên vê maseyê gotin:"Divê mirovên ku ne heqî li jinan kirine werin dadgeh kirin û di dadkirina wan de jin xwedî biryar be."
 
Maseye sêyemîn li ser komkujiyê û aliyên huqûqî hat vekirin. Semînervanên vê maseyê Endama Koordinasyona Kongreya Star Foza Yûsif, Endama Meclisa Edaleta jin Eynûr Başa, Endama Meclisa Jinên Sûriyan Sofya Yûsif bûn.
 
'Divê em jiyanê li ser hezkirina azadiyê perwerde bikin'  
 
Di nirxandina maseyan de wiha hat gotin:"Divê di jiyanê de rêxistin hebe eger destpêkê em xwe bi rêxistin nekin her em ê rastî qirkirinan werin.  Raste civaka  Êzîdî bi imhakirinê re rû bi rû man, lê di rastiyê de mirov dikare xalên din jî yên vê komkujiyê binirxîne.  Xeteriyên mezin hatin jiyîn. Zihniyetên klasîk iflaskirinê tenê di asta xetimandinê de mane. Divê em jiyanê li ser hezkirina azadiyê perwerde bikin. Eger em bixwazin hebûna civaka xwe biparêzin divê xebatê me di wê astê de be û di hindirê wê de huqûqê hemû jinan were parastin. "  
  
'Divê mirovên ku ne heqî li jinan kirine werin dadkirin û jin xwedî biryar be'
 
Di berdewamiya maseya nîqaşê de wiha hat gotin:"Gelek jin rastî komkujiya DAIŞ'ê hatin.  Jinên Êzîdî  hatin firotin û bi zorê bi çeteyên DAIŞ'ê re hatin zewicandin. Divê mirovên ku ne heqî li jinan kirine werin dadkirin û di dadkirina wan de jin xwedî biryar be. Divê berpirsyartiya dewletên navneteweyî li hember vê yekê bi israr be. Ji xwe hedefa zewicandina van jinan ew bû ku neslên kurdan werin tunekirin û neslê çeteyan were zêdekirin ji nû de ava bibe  û koka kurdan tune bibe. Em tevahî jina bi dildarî hembêz dikin û em dibêjin têkoşîna me li hember komkujiyan wê berdewam be."
 
Hêjaye gotinê ku wê encamnameyên komcivîna jinan bi daxuyaniyekê paşê ji raya giştî re were eşkerekirin.