ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2019'AN

  • 09:00 4 Tebax 2019
  • Rojev
*Bi destpêkirina Pêngavên QSD'ê rizgarkirina Reqa, Tebqa û Dêra Zorê, bi hezaran gel bi jin û zarokên xwe koçber bûn û berê xwe dan Herêmên di bin ewlehiya Hêzên QSD'ê de. Ji bo koçber bê cih nemînin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nêzî 15 Kamp li Herêmê ava kirin. Li Kampa Eyn Îsa ku bi hezaran jin û zarokê jê jinên DAIŞ'î jî li wir bicih dibin, hene. Kampa Mebrûka ku girêdayî Navçeya Serêkaniyê ye, Kampa Holê û gelek Kamp li aliyên Reqa û Tebqayê jî, hatin avakirin. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Berdevka Komîteya Jinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê  Weda El-Nacî 3'ê Tebaxê nirxand û wiha got:"Êşa jinên Şengalê êşa jinên Tebqayê bû jî. Em ê nehêlin, komkujiyên Şengalê û Efrînê ku bi serkêşiya Tirkiyê pêk hat, li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dubare bibe." DÎMEN HEYE
 
*Şaredariya Rêzanê ku HDP’ê qezenc kiribû lê bi hinceta hevşaredarê wê Zeyyat Ceylan KHK’î ye şaredarî dan AKP’ê. Jinan diyar kirin ku şaredariya Rêzanê xizmetê nade wan û wiha got: “Paqiya ku divê şaredarî bike em dikin.”BI DÎMEN
 
*Semra Yeşîl ku li Dêrsîmê bi nebatên xwezayî berhemên kozmetîk hildiberîne wih agot: “Em hewl didin xwezayê qirêj nekin û berhemên paqij hilberîn. Hewcedariya her kesî bi xurekên paqij û avê heye. Ji ber vê jî divê berhemên xwezayî û paqij hilberînin.”BI DÎMEN
 
*Li Seyrantepeyê li taxa Gurdogan di navbera xaniyan de çewlîka dewaran hatiye çêkirin û ji ber vê jî jin û zarokên taxê bi gazinc in. Jinên taxê diyar kirin ku ji ber sergoyê çewlîkê li dorê belav dibe, zarokên wan her tim nexweş dikevin û divê şaredarî demildest çareseriyekê bibîne. DÎMEN HEYE
 
*Kurdîstanê ji berê û hata roja me ya îro gelek jinên kurd bi  evîn,zilm,kuştin û bêbextiyên ku bi serê wan de hatine  ji klamên dengbêjan re bûne mijar. Dengbêj Meryem çîrokên jinên ku bûne mijara kilaman vedibêje. BI DÎMEN