'Paqijiya ku divê şaredarî bike em dikin'

  • 09:04 4 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Şaredariya Rêzanê ku HDP’ê qezenc kiribû lê bi hinceta hevşaredarê wê Zeyyat Ceylan KHK’î ye şaredarî dan AKP’ê. Jinan diyar kirin ku şaredariya Rêzanê xizmetê nade wan û wiha got: “Paqiya ku divê şaredarî bike em dikin.”
 
Şaredariya Rêzanê di hilbijartinên 2019’an de ji sedî 70.34 dengî HDP’ê girt. Lê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bi hinceta hevserokê HDP’ê Zeyyat Ceylan bi KHK’ê hatibû îxrackirin, mazbata da partiya bû duyemîn AKP’ê. Namzetê AKP’ê Huseyîn Beyoglu ku mazbata girt, ji ber ku xizmetê nake rastî bertekên gel tê. Jinên li taxa Muradiye û Fatîh dijîn, diyar kirin ku çopa taxê nayê komkirin û ji ber vê jî zarokên wan ji ber bîhnê nexweş dikevin.
 
‘Taxê derman nakin’
 
Bedriye Yildiz daxuyakirin ku dema şaredarî di destê Partiya Herêmî ya Demokratîk (DBP) bû bi rêk û pêk kolan dihatin paqijkirin û wiha got: “Niha paqijî nayê kirin. Karkerên şaredariyê nayên taxê. Em kolanên xwe paqij dikin. Lê ev têr nake. Bi taybet di mehên havînê de çop bêhn jê tê û zarok ji ber vê nexweş dikevin. Bihok dikevin çopê û tax ji ber vê tije bihok dibin.”
 
‘Çop hefte carê tên girtin’
 
Jina bi navê Kudret Aydemîr jî destnîşan kir ku ji bo çop bêhnê nede her roj ber deriyên xwe dişon û got ji bo taxê ji çopê biparêzin serê çopê bi poşetandigirin. Mesude Gezen jî bi lêv kir ku 16 sal in li taxê dijî û dema şaredarî destê DBP’ê de bû kolan bi rêk û pêk dihatin paqijkirin û wiha dawî lê anî: “Em ji taxa xwe hez dikin. Lê ji ber tax qirêj dibe em nikarin li derve runin. Karê ku divê şaredarî bike em dikin. Li Rêzanê tenê kolanên mezin tên paqijkirin. Lê çop hefteyê carê tên komkirin. Ji ber bîhnê û bihokan zarok bi nexweşiyan re tên rû hev. Em bi fikarin.”