Jinên Seyrantepeyî bang li Şaredariya Yenîşehîrê kirin
- 09:06 4 Tebax 2019
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Li Seyrantepeyê li taxa Gurdogan di navbera xaniyan de çewlîka dewaran hatiye çêkirin û ji ber vê jî jin û zarokên taxê bi gazinc in. Jinên taxê diyar kirin ku ji ber sergoyê çewlîkê li dorê belav dibe, zarokên wan her tim nexweş dikevin û divê şaredarî demildest çareseriyekê bibîne.
Li navçeya Yenîşehîr a Amedê li Seyranteyê li taxa Gurdogan, di navbera xaniyan de çewlîka dewaran hatiye çêkirin û ji ber vê jî jin û zarok nerehetin. Şêniyên taxê diyar kirin ku ew her tim nexweş dikevin û ji ber sergînên sewalan yên li derdorê belav dibin jî êdî nema dikarin bîhnê bistînin.
Em çawa diçin taxê bîhna sergoyê sewalan balê dikşîne û ji ber sergo pêşû gelek zêde ne. Her ku em ber bi taxê ve diçin, zarok dibêjin ‘Xwişkê ev der rewşa paqijkirî ye, xwedî we dema qirêjtir bû bidîta. Şansê we heye ku îro hatiye paqijkirin.’Em jî dinêrin û dibêjin gelo rewşa paqij wisa be wê ya qirêj çawa be.
‘Ji ber sergînan derman fêde nakin’
Jinan da zanîn ku di navbera xaniyê wan de çewlîk hatiye avakirin û wiha pê de çûn: “Li Çewlîkê dewar tên xwedîkirin. Sergînên sewalan davêjin taxê. Pêşî jî ji ber vê çêdibin. Ne şeva me şev ne roja me roj e. Hem zarokên me hem jî em perîşan bûne. Zarok her tim li derve dilîzin. Dema dilîzin jî her tim nexweş dikevin. Zarokekî min ji çavê xwe ne rehet e. Her ku em dibin doktor dibêje mîkrob girtiye. Heta sergîn li vir bin em ê yek jî rehet nebin. Dermanên doktor didin jî fêde nakin.”
‘Em nikarin li mala xwe run in’
Jinan bi lêv kir ku sergîn tenê bi nexweşiyan sînor namînin, bîhna wan jî pir nebaş e û wiha axaftina xwe bi dawî kirin: “Em nikarin li ser banên xwe, li şaneşîn heta li mala xwe runin. Em havînan nikarin derî û paceyan bigirin lê em niha ji neçarî digirin. Em vê havînê di germê de rudinin. Bi şev ji ber pêşûyan em nikarin razên. Tehemula me ji sergînan re nemaye. Wisa bidome wê ne kezeba me ne jî çavê me bimÎnin. Yekane daxwaza me ew e ku şaredarî ji vê rewşê re çareseriyê bibîne.”







