Li Mexmûrê bi daxuyaniyekê Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin
- 11:33 4 Tebax 2019
- Rojane
MEXMUR - Li Mexmurê bi minsebeta 5'emîn Salvegera Komkujiya li Şengalê ku bi di 3'yê Tebaxa 2014'an de li ser civaka êzidî pêk hat daxuyanî hat dayîn û komkujî hat şermezarkirin.
Li Wergiha Penaberan Şehîd Rostem Cudî (Mexmur) bi armanca şermezarkirina Komkujiya li Şengalê ku di 3'y êTebaxa 2014'an de pêk hat daxuyaniyek hat dayîn û komkujî hat şermezarkirin. Daxuyaniya ku li ber Saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn.
Daxuyanî piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê hat dayîn û ji aliyê endamê çand û hunerê Bariş Kokmaz ve hat xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Ev sedsala ku ku em tê de dijîn ji bo Gelê Kurd gelek hesas û girineg e. Wek em hemû jî dizanin, êrişên ku li ser gelê kurd li her çar parçên kurdistanê tên kirin, armanca wan qirkirin,talankirin,koçberkirin û asimlekirina Gelê Kurd e. Bi sedan salane hêzên desthilldar û hegomonîk her tim bi rêbazên cûr bi cûr li gorî deman planan çêkirine û xwestin pêk binin. Bi van êrişan hertim xwestin hebûn, îrada û baweriya Gelê Kurd ji holê rabikin. Li hemberî van êrişan Gelê Kurd jî her li ber xwe daye, serî netewandiye û hebûna xwe heya roja me ya îro berdewam kiriye."
'Gelê Kurd yek ji gelê herî qedîm ê rojhilata navîn e'
Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa Gelê Kurd li Rojhilata Navîn û ev tişt hat gotin: ".Wek tê zanin Gelê Kurd yek ji gelê herî qedîm ku li ser xaka rojhilata navîn dijî ye. Bi hezarî salan e hebûn, çand û baweriya xwe paristiye. Civaka êzidî jî yek ji vê rengîninya bawariyan a Gelê Kurd e. Civaka êzidî her ku ket ferqa cudabûna xwe êrişên degeran li ser zêde bûn. Heta roja îro jî hêzên desthiladar li gorî berjewandiyên xwe xwestin Gelê Kurd parçe bikin û bi kar binin. Ji ber ku wek em dizanin çanda êzidiyan yek ji çandên kevinar yên kurdan e. Wek Rêbertî jî got 'Gelê Kurd mina dara maziyê ku koka xwe berdaye nava vê xakê ye'. Çanda êzidiyan yek ji van kokan e ku herî bi hêz e. Ji bo wê jî desthildaran di kesayeta di vê çanda êzidyatiyê de xwestin kurdan parçe bikin."
'Civaka Êzidî bi vîna xwe li ser piyan ma'
Daxuyanî bi van hevokan bi dawî bû. Ji aliyê desthiladaran ve sistema nu ya ku hatiye pilankirin yek ji pilanên wê jî rakirina vê çand û baweriya qedî ya êzidiyan e. Ji ber yek ji armancên wan ew bû ku vina gelan bişikinin bikin û bin bin serweriya xwe. Hêzeke mina DAÎŞ ava kirin û li serê mirovahiyê kirine bela. Di vê sedsalê de Gelê Kurd bi berxwen û hêza xwe ya cewherî derket pêş. Gelekî ku xwe bi rêxistin dike û xwe bi vin dike dikeve vê zanebûna xwe û wê demê dibe xwedî tekoşîneke mezin. Li ser vê bingihê êrişên dagerkeran her ku diçe zêde dibin. Ji ber vê çandê fermana 73'yan li ser civaka me ya Êzidî rakirin û bi hezaran jin zarok ciwan hatin qetilkirin û revandin. Bi hezaran kes bi taciz û tecawiz, bi talanê re rûbirû man. Li beranberî van êrişan civaka me ya êzidî carekdin bi hêza xwe li ser lingan ma û li hinberî dagerkeran hêza xwe ya cewherî derxist holê û bi her awayî pilanên dagerkeriyê vale derxistin. Em jî wek niştecihên wergiha Şehîd Rostem Cudî em van êriş û dagerkeriya ku li ser civaka me ya êzidî pêk hat şehmizar dikin."
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Rêber Ap", "Bimire îxanet", "Bijî berxwedana gelê Şengalê" bi dawî bû.







