Ajovanên otobusa ku şewitî hatin girtin

  • 13:36 4 Tebax 2019
  • Rojane
BALIKESÎR - Di encama şewata di otobusa li Îvrîndiyê de derket 5 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, ajovanên otobusê Nîhat Demîr û Huseyîn Hakkioglu hatibûn binçavkirin. Ajovanên hatin binçavkirin piştre hatin girtin.
 
Li navçeya Îvrîndî ya Balikesirê duh agir bi otbusê ket û di encamê de du jê zarok 5 kesî jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bibûn. Ajovanên Optobusa şewitî Nîhat Demîr û Huseyîn Hakki Oglu yên hatin binçavkirin piştî karê wan li emniyetê qedia sewkî edliyeyê hatin kirin û hatin girtin. Ajovanên hatin girtin şandin Girtîgeha Kepsutê.