Bersûcê ku Merve Koçer qetil kir piştî 8 salan hat girtin

  • 13:40 4 Tebax 2019
  • Rojane
KAYSERÎ - Li Kayseriyê berî bi 8 salan zarokek winda bibû. Derket holê ku zarokê winda hatiye qetilkirin û cenazeyê wê hatiye veşartin. Bersûcê qetilkirina zarokê E.K. hat girtin. 
 
Li Kayseriyê, di sala 2011'an de zaroka bi navê Merve Koçer (17) ku ji malê derket careke din agahî jê nehatibû girtin. Li ser vê dayika Merveyê Ebrû Çelen, çûbûn Muduriyeta Emniyetê ya Melîkgaziyê û ji bo keça xwe ya winda serlêdan kiribû. 
 
Muduriyeta Buroya Cînayetan, di encama lêpirsîna da destpêkirin de piştî du salan, bersûc, E.K. û pismamên wî M.K.(37), M.K.(30), N.K. (28), Y.K. (32) û Y.K. (34) bi operasyona ku da destpêkirin girtin bin çavan. 
 
Piştî lêpirsîna bersûcan 3 rojan li emniyetê berdewam kir, ji 6 kesên ku sewkî edliyeyê hatin kirin E.K. hat gitin û 5 kesên din serbest hatin berdan.