Jinên Efrînê: Li Efrînê çanda gelan tê qirkirin
- 09:19 6 Cotmeh 2019
- Rojane
Hesna Muhemed
ŞEHBA - Dayikên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne, di nava rêxistina Kongreya Star de cih digirin, derbarê kiryarên dewleta Tirk yên ku li Efrînê tê kirin wiha gotin: "Dewleta Tirkiyê di Efrînê de çanda gelan qir dike, Em ê têbikoşin heya bighêjin armanca xwe."
Kantona Efrînê ji aliya dewleta Tirkiyê û komên çeteyan ve hat dagirkirin. Di nava kiryarên dagirkeriyê de her roj li dijî şêniyan gefxwarin tên meşandin. Şûnwar û xwezaya Efrînê binpê dibe. Têkildarî mijarê jinên Efrînê nêrîna xwe anîn ziman û ji mere parve kirin.
'Li Efrînê jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin'
Rêveberiyên Kongreya Star a navçeya Fafînê Guneh Hiso, derbarê kiryarên ku li ser jinan di Efrînê de tê meşandin wiha nêrîna xwe ji me re parve kir: "Her tim zilm û serdestî ser jinan tê meşandin. Li Efrînê rojane jin bi tundiyê re rû bi rû dimîne û tu kes dengê xwe nake. Em jin serdestiya ser jin qebûl nakin, di herêmêm dagirkerî de jin hedef tên girtin. Em ê jin berxwedaniya xwe bidomînin, heya em zordestiyê ser jin rabikin."
'Xweza û şûnwar tên talankirin’
Her wiha Endama koordînasyona Kongreya Star Zeyneb Mihemed qala desteserkirin û rûxandina şûnwaran dike û wiha dibêjê: "Di Efrînê de ne tenê mirov tên tune kirin, lê belê xweza û şûnwar jî tên talankirin û rûxandin. Dîrok tê binpêkirin û ev yek jî metersiyên mezin bi xwe re tîne."
'Em ê têbikoşin heya bighêjin armanca xwe'
Her wiha Endama Kongra Star Neceh Misto destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê li gor berjiwendiyên xwe kiryarên xwe domînê û wiha dirêjî li gotina xwe anî: "Her dewletek li gor bercewendiyên xwe desthilatiye xwe mayin de dike û çanda gelan qir dikin. Em ê têbikoşin heya bighêjin armanca xwe."







