Şêniyên Herêma Cizîrê berê xwe dan Serekaniyê

  • 11:29 7 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina gef û tehdîdên dewleta Tirkiyeyê bi hezaran şêniyên Herêma Cizîrê berê xwe dan sînorê di navbera Tirkiyê û Serêkaniyê de.
 
Tehdîdên li hemberî dagirkirina xaka Bakur û Rojhillatê Sûriyê her roj derdikevin pêş. Îro di saetên sibêhê de hêzên koalîsyona navnetewî li noktên sînor li bajarê Serêkaniyê yê kantona Hesekê û Girê Sipî li Herêma Firatê des bi vekşînê kirin. Bi armanca şermezarkirina van gefan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser piya ne. 
 
Bi sedan şêniyên Herêma Cizîrê yên kantona Hesekê û Qamişlo tevî sazî, dezgehên civakî û Kongreya Star berê  xwe didin xeta sînor li bajarê Serêkaniyê yê di navbera sînorê Serêkaniyê û Tirkiyeyê de, wê li wir gel bertekên  xwe li dijî êrîş û gefên dewleta Tirkiyê nîşan bidin. 
 
Niha jî gel ber bi rêka Serêkaniyê ve diçin.