Zarokên ku di Çemê Zê de fetisîn hatin definkirin
- 16:08 7 Cotmeh 2019
- Rojane
COLEMÊRG - Li gundê biyadirê zarokên ku xwestin di Çemê Zê de avjeniyê bikin di avê de fetisîn û jiyana xwe ji dest dabûn. Zarokên ku fetisîn li goristana gund hatin definkirin.
Li gundê girêdayî navçeya Çelê gundê biyadirê zarokên bi navê Yusuf Erdal(17) Haci Erdal (16) dema ku xwestin li Çemê Zê avjeniyê bikin fetisin û jiyana xwe ji dest dabûn. Zarokên ku fetisîn îro li goristana gund li gel hev hatin definkirin.
Her wiha hat ragihandin ku lêpirsîna derbarê bûyerê de hatiye vekirin berdewam dike.







