Bi deh hezaran gelên Kobanê li dijî êrîşan daketin qadan
- 19:48 7 Cotmeh 2019
- Rojane
KOBANÊ - Bi dirûşma "Ji dagirkeriya Osmaniya nû re na" bi deh hezaran gelên Kobanê li dijî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û meşeke girseyî li dar xistin.
Dewleta tirk a êrîşkar li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav liv û tevgerê de ye. Her wiha Koalisyona Navneteweyî jî di saetên vê sibehê de leşkerên xwe ji sînorên Kantona Girê Spî û Serêkaniyê vekşandin. Li hemberî van pêkanînên dijmirovî bi deh hezaran gelên Kantona Kobanê daketin qadan û bi dirûşmên "Berxwedan jiyane", "Ji îxanetê re na" berz kirin.
Di meşa ku hat lidarxistin de wêneyên Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan, ên têkoşerên azadiyê û alên Kongreya Star, YPJ/YPG'ê,QSD'ê, Saziya Malbatên Şehîdan û pankartên bi nivîsa "Gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirkan e", "Dagirkeriya tirk, tunekirina çand û hebûna Kurda ye" û "Ji bo Rojava rabin ser piyan" hatin vekirin. Meş ji qada jina azad hat destpêkirin û heta qada aşitiyê berdewam kir.
'Em aramî û wekheviyê dixwazin'
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, Hevseroka Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Lemîs Abdullah û Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mistefa Êto axivîn û gotin: "Em kesên ku aramî û ewlehiyê dixwazin, helwesta gelê me ya li vir hêviya rihê berxwedana Kobanê dide. Em Gelê Kurd em ê bi berxwedan û fedakariyê dagirkeriyê têk bibin. Dagirker dixwaze carek din taritiyê di navbera gelan de avabikin. Em hêvî dikin ku gel bi rihê Avesta û Arînan rê nedin dagirkeriyê. Gel şer naxwazin li hember dagirkeriyê dê herdem li ser piyan bin."
Meş bi dirûşmên "Berxwedan jiyane", "Ji îxanetê re na" û "Ji dagirkeriyê re na" bi dawî bû.







