Di Nobeta Demokrasiyê ya Wanê de banga aştiyê
- 13:16 8 Cotmeh 2019
- Rojane
WAN - Di Nobeta Demokrasiyê ku li dijî qeyûman berdewam dike, bertek nîşanî amadekariyên êrîşê yên Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûryeyê hat nîşandan û wiha hat gotin: "Divê hemû saziyên sivîl li dijî şer aştiyê biparêzin."
Nobeta Demokrasiyê ku li dijî qeyûmên tayînî şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin hat destpêkirin di roja 51'emîn de li Wanê berdewam kir. Çalakiya ku li ber avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê hat li darxistin de parlamenterê HDP'ê Murat Sarisaç , Alîkarê Serokê Partiya Mirov û Azdiyan Murat Bozdemîr, Hevserokên DHP'ê yên navçeyên Wanê, endamên meclisên şaredariyan, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan têde cih girt.
'Divê hêzên demokrasiyê li dijî şer aştiyê biparêzin'
Di çalakiya ku bi çepik û dirûşman dest pê kir de Alîkarê Partiya Mirov û Azadiyan Murat Bozdemîr daxuyanîda, Murat amadekariyên êrîşê yên artêşa tirk wekî tenêtiya sedsalê ya Gelê Kurd bi nav kir û got ku divê hêzên deokrasyê li dijî şer aştiyê biparêzin.
Piştî daxuyaniyê girse dest bi çalakiya rûniştinê kir û çalakî bi dirûşma "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin", "Wê qeyûm biçe gel bimîne" bi dawî bû.







