Platforma Ked û Demokrasiyê: Kesên baweriyê bi aştiyê tînin bila ji şer re bibêjin na

  • 15:57 8 Cotmeh 2019
  • Rojane
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li dijî operasyonek tê gotin wê li  dijî Rojava bê pêkanîn û tezkereya şer  bertek nîşan da û ev bang kir: "Kesên baweriyê bi aştiyê tînin bila ji şer re bibêjin na.” 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî operasyonek muhtemel a li dijî Rojava û tezkereya şer a dê li Meclîsê tê gotûbêjkirin li avahiya Egîtîm Senê ya 2’an a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist û pêkhateyên Platformê beşdar bûn. Daxuyaniya bi dirûşma “Ji şer re na aştî hema niha” bi kurdî û tirkî hat xwendin. Metna kurdî ji aliyê Orhan Îlîm ve û ya bi tirkî jî ji aliyê  Dogan Hatun ve hat xwendin.
 
 
Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ku  li welat şer, pevçûn, mirin û koçberî qet kêm nabin û îro jî welat dîsa bi şerekî nû dawiya wî nediyar re rûbirû ye û wiha hat berdewamkirin: “Wek tê zanîn DAIŞ’ ê çend sal berî niha li Iraq û ‘Sûrîyê xwe rêxistin kir û bi kiryar û sepanên hov; tirs û xofeke mezin xiste dilê hemû cîhanê. Lê bi alîkariya koalîsyona navnetewî hêzên rojava ew têk birin û li herêmê aramiyek pêk anîn. Gefên Tirkiyê yên dagirkirina Rojava ku demeke dirêje tê bilêvkirin êdî gihêştiye asta herî jor.” 
 
'Wê encam giran be'
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser ser tezkereya êrîşkirinê ku bi mehane li derve û li hundir bo wê amadehî tên kirin û ev tişt hat gotin: “Ji raya giştî piştevanî tê xwestin, ji bo erêkirinê îro hatiye Meclisê. Parlementerên meclisa Tirkîyê îro bi berpirsiyariyeke dîrokî re rû bi rû ne. Divê encamên şer ên xesareke mezin dide xweza û însên neyê jibîrkirin. Erêkirina tezkereya şer tê wateya erêkirina qetla jinan, zarokan, pîran û her wiha tê wateya erêkirina qetla hemû zîndewaran û xwezayê. Ku derê dibe bila bibe her şer û pevçûn dibe sedema mirin, seqetî, koçberî, îşkence, binpêkirina mafê mirovan û dramên însanî yên mezin.” 
 
Civakê tehdît dikin
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Tirkiyê di pergala nû ya ku ji alîyê tifaqa AKP-MHP'ê ve hatiya avakirin de civak êdî nikare bêhna xwe bistîne û nikare mafên makeqanûnî yên sereke bi kar bîne û wiha hat berdewamkirin: “Di vê pergala çewt de parlementerên ku ji alîyê gel ve hatine hilbijartin tên derbkirin, meş û grev tên astengkirin, şaredar bi biryarên nîvê şevê ji peywirê tên girtin, meclîsên şaredarîyan tên feskirin û destûr nayê dayîn ku endamên wan  bikevin şaredarîyan. Partîyên sîyasî, saziyên sîvîl, çapemenî û civak di bin zexteke mezin de tên girtin û gefên zîndankirinê li serokê muxalefetê tê xwarin. Yekemîn berpirsiyarê vê rewşê desthilatdariya siyasî ye lê beramberî kêmbûna piştevaniyê ya gel dîsa jî vê rewşa giran nabîne û li şûna vê yekê ji bona pihêtkirina desthilatdariya xwe ya stemkar bi qêrîn û awaza şer gavên ku herêmê û welêt têxe nav êgir, diavêje.” 
 
'Rojava ne tehdît e' 
 
Herwiha hat ragihandin ku Gelê Kurd, Ereb û Suryanî yên Rojava bi hezaran sal in cîranên wanin û ev tişt hat  gotin: “Şêweyên rêveberiyê yên ku van gelan ji bo parastina axa xwe li dijî dagirkerîya DAIŞ'ê  li Rojava çê kirine berevajî gotinên hikûmetê, heta niha ji bona Tirkiyê nebûye tehdîtek. Feraseta şer aşitî û aramiya li herêmê tehdît dike û baweriya biratiya gelan dişkêne. Ji ber vê dijminatiyê wê gelê me yê kedkar û cefakar tu feyde nebîne. Bi şer û pevçûnê wê gel zêdetir xizan bibe, wê li derve û hundir zêdetir rastî pêkûtiyan bê û wê azadî û mafên demokratîk bên bin pê kirin.” 
 
'Ji bo aştiyê divê şer bi dawî bibe' 
 
Hi dirêjiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku li welêt û li herêmê tekane riya avakirina jiyaneke wekhev, dadmend, demokratîk û aştiyane ye û li derve û li hundirê welêt dev jê berdana polîtîkayên şer e û wiha dawî li daxuyaniyê hat anîn: "Em ew wekî Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bang li hemû parlementeran dikin ku ji tezkereya şer re bêjin 'na' û Her wiha em hemû kesên ku li hemberî nijadperestiyê, mezheperestiyê disekinin û baweriya wan bi jiyaneke aştiyane heye vedixwînin ku li hemberî şer derkevin û ji bona aştiyê deng derxînin.”