'Em ê xwedî li axa xwe derkevin'
- 16:05 8 Cotmeh 2019
- Rojane
Ferîde Zade
ŞEHBA - Malbetên Şehîdan ên ku beşdarî meşa nevexwendina Rêveberiya Xweser ji komîteya destûrê Sûriyê re bûne, dan zanin ku heger destûra Sûriyê bêyî beşdarbûna Rêveberiya Xweser were çêkirin wê tu carî neyê qebulkirin."
Li Şehbayê di çerçoveya nevexwendina Rêveberiya Xweser ji komiteye destûrê Sûriyeyê re, bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Destûra me peymana me ya civakî ye ku bi xwîna Şehîdên me hatî nivîsandin" meşek girseyî hate lidarxistin. Malbatên Şehîdan ên ku tevlî meşê bûne nêrînên xwe parve kirin.
'Destûra Sûriyeyê ne ji bo gelên Sûriyeyêye'
Rêveberiya Malbatên Şehîdan a gundê Telqireh, Xedîce Alo di derbarî nevexwendina Rêveberiya Xweser ji komîteya destûrê Sûriyeyê re wiha axivî: "Em îro bi hemû pêkhateyan tevlî meşê bûn û me carek din bi rabûna xwe nîşan da ku destûra ku em tê de nebin em qebûl jî nakin. Ji bo Sûriyeke demokratîk em berxwe didin. Me li ser van axan xwîna xwe rijand, ji bo wê çi êrîş hebe em ê her dem li ser piyan bin. Îro nevexwendina Rêveberiya Xweser ji komîteya destûrî re, xuya dibe ku tu hêz me qebûl nake, em jî wan li ser xaka xwe qebûl nakin."
'Em ê bi hemû pêkhateyên xwe xwediyê axa xwe derkevin'
Xediceyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku komiteya destûrî bê Rêveberiya Xweser were avakirin em dibêjin me temsîl nake û wiha domand: "Em piştgiriya gelê ku her dem dibêje azadî, aşitî û mafê gelan dikin. Komîteya destûrî bê ku Rêveberiya Xweser were avakirin, temsîla me nake. Ev destûr tenê ji bo çeteyan û piştgiriya wan e. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe kar dikin, ji bo wê jî em wek gel piştgiriya dewletan nakin. Malbatên şehîdan îro li ser piyan in û ji bo Sûriyeke azad û demokratîk bedel dane. Gelê Kurd li Sûriyeyê her dem di eniyên herî pêş de şer dikirin. Bangawaziya min ji hemû jinên Sûriyeyê re heye ku bi hemû pêkhateyên xwe ve tevlî berxwedaniya me bibin ji bo jiyanek azad û demokrat."
'Me beşek girîng ji sînorên Sûriyeyê parast'
Canxort Esiya Ebdo ji navçeya Cindirêsê ya girêdayî Kantona Efrînê ye nevexwendina Rêveberiya Xweser ji komîteya destûriyê Sûriyê re wiha nirxand: " Ji bo ku em ji komiteya destûriyê re nehatin vexwendin, em daketine qadan. Hemû sinorên Sûriyeyê me bi destê xwe û destên zarokên xwe parastin. Hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo netewa demokratîk li ber xwe didin, em ê heya dawiyê jî li berxwe bidin. Em tucaran xeta Serokê xwe û têkoşerên azadiyê bernadin. Em perçekirina axa xwe naxwazin, berovajî wê em dixwazin sistema netewa demokratîk ava bikin."
'Em destûrekê dixwazin ku em tê de hebin'
Nedîme Elo ji Kantona Şehbayê ya ku di meşê de beşdar bûye wiha got: "Em vê destûrê qebûl nakin û şermezar dikin, em destûrekê dixwazin ku em tê de hebin, her em ê di nav çalakiyan de bin heya ku em di destûrê Sûriyê de cihê xwe bigirin. Em Erdogan şermezar dikin, ji ber ev yek bi destekê wî tê meşandin, em rizgariya her çar parçeyêyê Kurdistanê dixwazin."







