Şêniyên Kobanê, Girê Spî û Minbicê bertekên xwe li ser sînoran nîşan dan

  • 16:11 8 Cotmeh 2019
  • Rojane
GIRÊ SPî - Bi sedan ji şêniyên Girê Spî, Minbic û Kobanê li dijî gef û tehdîdên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kantona Girê Spî kom bûn û li dijî êrîşan meş  li dar xistin.
 
Li dijî pilan û gefên dewleta tirk ên dagirkirina Bakur û Rohilatê Sûriyeyê, şêniyên Kobanê û Minbicê li Kantona Girê Spî kom bûn û li ber sînorên dewleta tirk bertekên xwe bi hev re nîşan dan.
 
Çalakvanan li konê çalakiya mertalên zindî ya li taxa El-Munbetih ku li Rojavayê bajar e dest bi meşa xwe kirin û ber bi sînor ve çûn. Gel li ber sînor rawestiyan û dirûşmên "Gelê Sûriyê yek e", "Na ji desthilatdariya Osmaniyan re" û "Heta serkeftinê berxwedan domdar e" berz kirin. Piştî meşê gel derbasî konê çalakiya mertalên zindî bûn û bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, ji aliyê berdevkê komîteya çalakiyan Elî Hemîdî, Endamê Partiya Sûriya Pêşeroj Kedîn Ibrahîm, li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Kantona Girê Spî Riyad Xelef, Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer û Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Îsmail axivîn.
 
'Çareseriya aloziyê bi diyaloga Sûrî-Sûrî pêkan e'
 
Hevseroka MSD'ê Emîna Omer wiha got: "Dewleta tirk demeke dirêj e dixwaze ku herêmên me dagir bike û pirojeya me ya netewa demokratîk ku nûnertiya hemû pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, hilweşîne. Rêjîma BAAS'ê li hember van gefan û dagirkirina Cerablûs, El Bab û Efrînê bê deng e. Em weke MSD'ê dibêjin ku ev piroje, pirojeyeke siyasî û neteweyî ye û ji bo tevahî gelê Sûriyê ye. Em helwesta xwe ya sabit ku çareseriya aloziya Sûriyeyê tenê bi riya diyaloga Sûrî-Sûrî û diyaloga bi hemû koman re pêkan e teqez dikin. Me dixwest û em hîna jî çareseriya siyasî dixwazin, ji ber ku rê û rêbazên leşkerî wê rê li ber bela û kaosan veke, ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê ji bo tevahî cîhanê." 
 
'Dewleta tirk nikare xeyalên xwe li cem me bi cih bîne'
 
Her wiha li ser navê PYD'ê Bêrîvan Ismayîl jî wiha got: "Dewleta Tirk wê nikaribe xeyalên xwe li herêmên me bi cih bîne. Em bi hemû hêz û îradeya xwe ji bo parastina rûmet û welatê xwe amede ne, em ê rê nedin ku axa me ya pîroz were dagirkirin."
 
Meş bi dirûşmên teqezkirina berxwedana li dijî dagirkeriyê bi dawî bû.
 
Hêjayî bi bîrxistinê ku niha li Kantona Girê Spî sê çalakiyên mertalên zindî yên bê dem di roja duyemîn de berdewam in. Konên çalakiyan li gûndê Nis Til, Meşreft El-Izo yên li Rojhilatê Girê Spî û li taxa El-Munbetih ya li Rojavayî Girê Spî, li hember sînor hatine vedan.