Çalakiya Konê Mertalê Zindî di roja xwe ya duyemîn de dewam dike
- 16:18 8 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi armanca şermezarkirina gefên dewleta tirk li dijî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro bi sedan ji şêniyên Navçeya Hol û Şedadê berê xwe dan konê mertalê zindî.
Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan dîsa gef li herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar. Hember gefê Dewleta Tirk duh li ser sînorê di navbera Bakurê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê de konê mertalê zindî hate vedan ku îro di roja xwe ya duyemîn de dewam dike. Duh gelê Kantona Qamişlo dewir girtibûn û îro jî dewrî gelê Navçeya Hol û Şedadê yên girêdayî Kantona Hesekê, hate kirin.
Bi hatina şêniyên her du navçeyan bi dirûşmên"Bimire Îxanet", "Na ji dagirkeriyê re" û "Em hemû QSD'ê ne" hate berzkirin. Di heman demê de pankartên bi nivîsa"Na ji dagirkerî û guhertina demografiyê re"hatibû hildan.
Endama Kongreya Star a bajarê Qamişlo Şêrîn Hesen axivî û ev yek anî ziman: "Hember gef, tank û topên Erdogan em ê li berxwe bidin û bedena xwe bikin mertal li hember êrîşên wî. Pêwîst e gelê me li tevahî cîhanê rabin ser piyan da ku Şoreşa gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye jiyîn û destkeftiyên şehîdên azadiyê, binpê nebe û rê li ber dagirkeriyê were girtin."
Paşê gelê navçeya Amûdê û Bajarê Qamişloyê bi rê ketin û kon dewrî gelê navçeya Hol û Şedadê kirin.







