Hevşaredar li gundan bi gel re civiyan

  • 16:19 8 Cotmeh 2019
  • Rojane
AMED - Hevşaredarên Surê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr li gundên girêdayî Surê bi gel re hatin cem hev û pirsgirêkên wan guhdar kirin.
 
Hevşaredarên navçeya Amedê yên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr, li gundên girêdayî navçeyê serdana welatiyan kirin. Hevserok di serî de bi ajovanyên serwîsan re hevdîtin kirin û daxwazên wan guhdar kirin. 
 
Hevşaredar piştre jî bi gundiyan re hatin gel hev û xebatên şaredariyê yên rê temaşe kirin.
 
Hevşaredarên ku daxwazên welatiyan guhdar kirin, diyar kirin ku ew ê li gorî daxwazên welatiyan xebatên xwe beredewam bikin.