ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2019'AN
- 09:00 9 Cotmeh 2019
- Rojev
*Endama Rêveberiya Komîteya Jineolojiyê ya herêma Firatê Dîrok Qehreman bi munasebeta 21'emîn salvegera komploya 9'ê Cotmehê behsa bandorên felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser Civaknasiya Rojavayê Kurdistanê kir. DÎMEN HEYE
*Dayika bi navê Sedîqe Mehmûd Reşo ya 82 salî ye û ji şêniyên Efrînê ye, tevî temenê wê yê mezin kar û xebatên civakî dimeşîne. Dayika Sadîqe axivî û got: "Me di demê rejima BAAS'ê de jî dev ji karê xwe berneda. Heta niha jî em dev ji karê xwe bernadin. Em gel xwedî maf in û me bi mafê xwe û xwîna zarokên xwe xaka xwe parast. Heta dawiyê em ê berxwe bidin." DÎMEN HEYE
*Cîgira Meclîsa Rêveber a herêma Firatê Sara Xelîl di derbarê 21'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî û wiha got: "Hêzên navneteweyî çiqas bixwazin komployê bidomînin jî, lê em dibînin Seroketî komplo vala derxist. Em dizanin ku em çiqas li ber xwe bidin û têbikoşin em ê ewqas tecrîdê vala derbixin." DÎMEN HEYE
* Nivîskar û Helbestvan Încî Egîd pirtûka xwe ya 2’yem a bi navê “Şevê” li weşanxaneya J&J' yê çap kir. Încî di axaftina bi me re kir de wiha got; “Pirtûkên min bi zimanê dayikê ne, ev serbilindiyek bêhempa ye.”DÎMEN HEYE
*Nivîskar û Helbestvan Încî Egîd pirtûka xwe ya 2’yem a bi navê “Şevê” li weşanxaneya J&J' yê çap kir. Încî di axaftina bi me re kir de wiha got; “Pirtûkên min bi zimanê dayikê ne, ev serbilindiyek bêhempa ye.”
*Kela Rebetê ya dîrokî ya serdema sedsala 4'emîn ku li Navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye bi çarenûsa xwe rû bi rû hatiye hiştin. Kela ku divê bê restorekirin û deriyê wê ji tûrîzmê re bê vekirin ji aliyê nêçirvanên gencîneyê ve hatiye hilweşandin. DÎMEN HEYE
*Jinên Êzidî diyar kirin ku bi rêxistinbûnê dikarin li dijî komploya ku bi şewazên cuda tê domandin derkevin û wiha gotin: "Azadîxwez dê li dijî komployê bibin yek û li ber xwe bidin." DÎMEN HEYE
* Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Çîger diyar kir ku seneryoya ku Rûsya li Efrînê kir îro Emerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hemû lîstok in û got: "Em bi hêza xwe 8 sal in şoreşa xwe didomînin. Dayikên ku zarokê xwe fedayî vê axê kirin wan ev ax parastine. Ger êrîşek pêk bê dê dîsa dayik parastina vê axê bikin û rola sereke bilîzin." DÎMEN HEYE
*Li Nisêbînê mêrê bi navê Î.T jina ji sedî 58 nabihîze û astengdara zîhniye îstîsmar kir û piştî bûyer derket holê lêpirsîn hat destpêkirin û tevî raporên doktor û îfadeyên hatin piştrastkirin, gumanbar hat berdan.
*Piştî daxuyaniya Tirkiyeyê ya der barê amadekariya operasyona li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şûnde, tevgera li gundên sînor gundî xistin nava fikaran. Tevî sewqiyata leşkerî, jiyana normal didome û gundiyên Nisêbîn û Qoserê diyar kirin ku ew şer naxwazin. DÎMEN HEYE
*Komeleya Jinan a Cumaovasi, li navçeya Menderesê ji xwendin û nivîsandinê, heta hewldêriyê, heta atolyeyan îmze avêt gelek projeyan û îcar jî projeya ‘bajarên dostên jinan’ xist jiyanê. Seroka Komeleyê Urkiye Înal da zanîn ku piştî projeyê qada têkoşîna jinê berfireh bûye û got: “Em dikarin bajaran bînin rewşa bajarên dostên jinan.”DÎMEN HEYE
*Yek ji parêzerên komkujiya Gara Trenê ya Enqeyê Sevînç Hocaogullari diyar kir ku di pêvajoya lêpirsînê de delîl hatine reşkirin û got: “Ev komkujiyeke siyasî bû û divê bi çi armancê pêk hatiye bihata binavkirin û ceza li gorî wê bihata dayîn. Me di pêvajoya darizandinê de diyar kir ku divê sûcên DAIŞ’ê kirine di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê bihata nirxandin. Lê bi isara ew ji vê reviyan. Ev sûc bi hevkariya dewletê hat kirin. Em ê navê vê çawa danîn.”
*Mahatap Newzat Tahranî ku ji ber tehdîd û zextên li Tehranê 5 sal berê koç kir û hat Enqereyê diyar kir ku li Tirkiyeyê jî rastî gotinên nefretê tê û got: “Dixwazim ji Tirkiyeyê biçim. Ez ji dewleta ku min bigire tu piştgiriyê naxwazim. Tenê dixwazim bê tirs bijîm. Wek mirov bijîm.DÎMEN HEYE







