'Felsefeya Abdullah Ocalan ji me re bingeh û çeka herî xurt e'

  • 09:03 9 Cotmeh 2019
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Endama Rêveberiya Komîteya Jineolojiyê ya herêma Firatê Dîrok Qehreman bi munasebeta 21'emîn salvegera komploya 9'ê Cotmehê behsa bandorên felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser Civaknasiya Rojavayê Kurdistanê kir. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di encama komploya navnetewî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de dîl hat girtin, di sala 1989'an de derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li paytexta Sûriyeyê 18 salan perwerdeyên îdeolojî dida gel. Bi salvegera komploya navneteweyî, Endama Rêveberiya Komîteya Jineolojiyê ya Lêkolînan a Herêma Firatê  Dîrok Qehreman bersiva pirsên ajansa me da.
 
Hûn Civaknasiya Rojavayê Kurdistanê beriya naskirina felsefeya  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştî wê çawa dinrxînin?
 
Rojavayê Kurdistanê ji aliyê civakî ve  xwedî taybetmendiyên wiha ye ku bi adet, orf û ol ve girêdayî ne. Rêjîma BAAS'ê jî bi rêya şerê taybet çand, nasname û zimanê gelê kurd hedef digirt. Tevî hemû êrîşan kurdên li Rojava heta astekîê nasnameya xwe parastin, lê dîsa jî lewaz bû. Di navbera Efrîn, Cizîr û Kobanê de gelek ferq û cudahiyên civakî hene. Kobanê civakeke feodal, zayendperest û olperest bû. Jinên Kobanê jî xwedî enerjî bûn, lê ji ber zextên eşîrtî û malbatî, hêza wan di sînorekî de dima. Piştî ku Abdullah Ocalan derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, di aliyê civakî de gelek sererastkirin çêkir. Wî dikarîbû gelek analîz, pêşniyar û guhertinên erênî di zemînê civakê de bide çêkirin. Abdullah Ocalan ji nav gel dernediket û her tim têkiliyên xwe bi malbatan re xurtir dikir. Ev yek jî bû sedem ku civaka Kobanê û Rojavayê Kurdistanê bi giştî teşeyekî civaknasiyê bigire.        
 
Têkilî û nêzikatiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan  ji jinên Rojavayî re çawa bû?
 
Jin bingeha malbatê ye, ji ber vê jî Rêber Ocalan jin fêm û hîs dikir. Rêber Apo rastiya jinê li cîhanê û li Rojava analîz kiribû, loma dizanîbû bi çi awayî nêzî jinan bibe. Wî têkiliya xwe li ser bingehê hevaltiyê ava kir, ji ber vê jî her tim bi jinan re eleqadar dibû da ku sînorên bê bawerîbûn, şermê û bê hêzbûnê bişkîne. Bi sedan jin cihê xwe di tevgera azadiyê de girtin û li ser bingehê felsefeya Ocalan têkoşiyan.   
 
Civaka Rojava ji aliyê rêxistinî ve teşeyek girtiye, heger Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rast e, rast perspektîf bida ango bi xwe di nav de ba wê rêxistinbûyîn di kîjan astê de ba?
 
Rêber Apo bi riya perspektîf û pêşniyarên xwe Rojavayê Kurdistanê ber bi sazbûyîn û rêxistinbûyînê de bir. Hêzên emperyalîst li gor berjewendiyên xwe gel bi rê ve dibin. Lê Rêber Apo berovajî vê yekê dike, nêzikatiyên wî hemû felsefî û mirovahî ne. Gelê Rojava bi perspektîf û pirtûkên wî  xwe bi rê ve dibin. Niha jî tevî ku di zindanê de ye, dîsa jî em felsefeya wî bingeh digirin. Felsefeya Rêber Apo ji bo me lingê bingehîn e.  
 
18 salên Abdullah Ocalan li Sûriyeyê bandorek çawa çêkir û piştî komployê rewş bi çi rengî bû?
 
18 salên Rêber Apo li Rojava, dikarîbû pêşketinên diplomasî, siyasî, civakî, perwerdehî û îdeolojî çêke. Loma gelên Rojava bi Rêber Apo ve girêdaneke xwe ya xurt ava kirin. Em bala xwe bidinê dema ku gel dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Bi can û bi xwîn em bi te re ey Serok" berz dikin, diyar dibe ku ev gel ji bo Rêberê xwe amede ne xwe feda bikin. Di salên 1999'an de, bi sedan ciwanan xwe şewitandin, gel rabû serhildanan, 21 sal in jî hîna ew agirê serhildanê netefiyaye. Em ê li dijî vê komployê her tim serî hildin, heta ku em Rêberê xwe di nav xwe de bibînin.
 
Di van 21 salên dîlgirtina Ocalan de, têkoşîna gelê Rojava û bi taybet jinê di kîjan astê de ye?
 
Dîlgirtina Rêber Apo 21 salan li pey xwe dihêlê. Ew ji aliyê fîzîkî ve ne di nava gelê xwe de ye, lê ji aliyê rûhî ve di mêjî û dilê her kurdekî de zindî ye. Rojavayê Kurdistanê 8 sal in şoreş çêkirine, lê rojane şer û êrîş li ser me hene. Em ê bi riya fikrên Rêber Apo xwe biparêzin, pergala xwe ya parastina rewa bingeh bigirin. Ji bo me zanista Jineolojiyê ya mîrateya Rêber apo ji bo me jinên Rojavayî çeka herî xurt a têkoşînê ye.