'Heta bijîm ez ê xizmeta gel û welatê xwe bikim'
- 09:05 9 Cotmeh 2019
- Rojane
Fîdan Ebdullah
ŞEHBA - Dayika bi navê Sedîqe Mehmûd Reşo ya 82 salî ye û ji şêniyên Efrînê ye, tevî temenê wê yê mezin kar û xebatên civakî dimeşîne. Dayika Sadîqe axivî û got: "Me di demê rejima BAAS'ê de jî dev ji karê xwe berneda. Heta niha jî em dev ji karê xwe bernadin. Em gel xwedî maf in û me bi mafê xwe û xwîna zarokên xwe xaka xwe parast. Heta dawiyê em ê berxwe bidin."
Ji dîrokê heta roja îro dayik her tim karên xwe bi destên xwe dikin, temenên wan ên mezin nabe asteng. Dayika bi navê Sadîqe Mehmûd Reşo a 82 salî ye û ji gundê Xalta ya girêdayî Navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye, li Navçeya Ehdas a Şehbayê bi cih bûye û xwediyê 5 zarokan e, tevî temenê xwe yê mezin heta niha li ser piyan e û kar dike. Dayik Sadîqe têkîldarî karê xwe nêrînên xwe parve kir.
'Heta bijîm ez ê xizmeta gel û welatê xwe bikim'
Sadîqe di destpêka axaftina xwe de bal kişand naskirina wê ji fikra netewa demokratî û wiha got: "Ez di temenekî biçûk de zewicîm û min him karê malê dikir him jî li zarokên xwe mêze dikir. Li kêleka wê jî min xizmeta gelê xwe dikir. Li Helebê fikra netewa demokratîk nas kir û dest bi kar kir. Ev nêzî 37 sal bûye karê xwe didomînim. Ez heta bijîm ez ê xizmeta gel û welatê xwe bikim."
‘Temenê min mezin e lê xwesteka kar jê mezintir e’
Sadîqe diyar kir ku li ser fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ew û zarokên xwe tevlî kar û xebat bûne û wiha domand: "Ez û zarokên xwe tevlî kar bûne. Yek ji zarokên min nêzî 25 sal in di girtigehê dewleta tirk de ye. Sedema girtina wî xizmeta ax û welat dikir. Hezkirin û girêdanibûyina min a fikir û felsefeya Rêber Apo xurt e. Ez ne poşman im karê welatê xwe bi rê ve dibim."
'Me bi xwîna zarokên xwe xaka xwe parast'
Sadîqe destnîşan kir ku bi fikra azadiyê beşdarî hemû çalakiyan dibe û wiha pê de çû: "Heta vê keliyê jî ez di mala xwe de nikarim rûnim, çi çalakî hebin ez her dem amade me. Di dema rejîmê de astengî û zordestî gelek hebûn, heta lêdan jî hebû, lê tirsa me ji rejima BAAS'ê tune bû. Me wê demê jî dev ji karê xwe berneda heta niha jî em dev ji karê xwe bernadin. Em gel xwedî maf in û me bi mafê xwe û xwîna zarokên xwe xaka xwe parast. Heta dawiyê em ê berxwe bidin."
'Rabin ser piyan ji bo azadiya Serok Apo û dîlgirtiyên azadiyê têkoşîn bikin'
Sadîqe bi lêv kir ku niha karê komînan dike û cihê xwe di komîteya lihevanînê de digire û wiha got: "Ez ê heta dawiya jiyana xwe, kar û xebat bikim, niha di komînê de kar dikim û bi fikira Serok Apo em pirsgirêkan çareser dikin. Banga min ji hemû dayikan re heye ku rabin ser piyan ji bo azadiya Serok Apo û hemû dîlgirtiyên azadiyê têkoşîn bikin."







