'Bi rêya Felsefeya Abdullah Ocalan em ê komployê vala derbixînin'

  • 09:07 9 Cotmeh 2019
  • Rojane
Xezne Celal - Dicle Demhat
 
KOBANÊ - Cîgira Meclîsa Rêveber a herêma Firatê Sara Xelîl di derbarê 21'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî û wiha got: "Hêzên navneteweyî çiqas bixwazin komployê bidomînin jî, lê em dibînin Seroketî komplo vala derxist. Em dizanin ku em çiqas li ber xwe bidin û têbikoşin em ê ewqas tecrîdê vala derbixin."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji ber zext û pilanên li dijî felsefeya wî ji navenda Sûriyeyê û Rojhilata Navîn derket, ev derketin destpêka komploya navnetewî ya di navbera hêzên Emerika, Israîl, Tirkiye, Rûsiya, NATO û DYA'yê de bû. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di encama lihevkirin û erêkirina 35 dewletên herêmî û cîhanî  û bi rewakirina dîlgirtina wî di 15'ê Sibata 1999'an de li paytexta Kenyayê hat girtin û ew radestî dewleta tirk hat kirin. Komploya navneteweyî ku hemû pîvanên mirovahî, exlaqî, hiqûqî û dewletî binpê kir, ev 21 sal in didome. Di 5'ê Nîsana 2015'an de dewleta tirk tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ferz kir û hevdîtinên wî bi malbat û parêzeran re qedexe kir. Bi munasebeta salvegera 21'emîn ya komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Cîgira Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê Sara Xelîl bersiv dan pirsên ajansa me.   
 
Em dikevin sala 22'an a komploya navneteweyî ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dewam dike, hûn çawa dinirxînin?
 
Komploya ku li ser Serokatî hat meşandin bi destê hemû dewletên navneteweyî bû. Serokatî demek dirêj li Sûriyeyê ma. Ji bo tunekirina destkeftî û welatparêziya ku li vir dayî avakirin dewletên navnetewî komplo pêk anîn. Hatina Serokatî li Sûriyeyê bandoreke mezin li ser gel çêkir. Bi hezaran keç û xortên Rojava tevlî nava refên tevgera azadiyê bûn. Dewletên navneteweyî netehemulkirina wan ji vê yekê re xwestin Serokatî ji Rojava derxin. Di sala 1998'an Serokatî ji Rojava derket, dema ku Serokatî ji Rojava derket bi rojan serokên dewletan di nava nîqaşan de bûn ku çawa Serokatî radestî dewleta tirk bikin. Herî dawî di sala 1999'an Serokatî dîl hat girtin. Dewletên navneteweyî xwestin bi rêya komployê gelê kurd û tevgera azadiyê tune bikin. Kesayetek wekî Serokatî ji bo tevahî dunyayê aşîtiyê dixwaze çawa dîl were girtin? Hebûna Serok Apo aramiya civakê ye. Ger ku îro Serokatî ne di zindanê de ba, aramî çêbiba, şer tunebûya û alozî çêne ba.  Lê belê wê demê berjewendiyên dewletan di cihekî de namîne. Sîstemên heyî yên desthilatdar timî dixwazin jiyana mirovan bi şer derbas bikin. Ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bînin ji ber vê yekê jî dewleta tirk û dewletên navneteweyî ev pilan çêkirin. Dîlgirtina Serok Apo bandoreke giran  li ser civaka kurd û civakên din çêkir.
 
Armanca komployê li dijî derketina felsefeya  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn bû, binkeftina vê armancê çi bandor li ser desthilatdariya dewletên navneteweyî bi taybet li ser Tirkiyeyê kir?
 
Li gorî ku dewletên navneteweyî pilan kiribûn pilanên wan vala hatin derxistin. Destpêkê gel êş û zehmetî dikişandin çawa kesayetekî wek Serokatî dîl hate girtin, ji aliyê gel ve nehat qebûlkirin. Gel teslîmkarî red kir. Gelê Kurd li her çarparçeyên Kurdistanê, kurd û dostên li derveyî welat jî hêza xwe xurtir kirin. Hêzên ku xwestin di şexsê Serokatî de Gelê Kurd tune bikin, armancên wan hêzan pêknehatin, her ku çû hêza Gelê Kurd geştir bû. Tevlîbûn ji tevgera azadiyê re xurtir bû û bi sedan ciwanan ji bo dîlgirtina Serokatî xwe şewitandin. Bi vî rengî em dibêjin pilanên dewletên tenê berjewendiya xwe dixwazin vala derket.
 
Çima zagonên navneteweyî di kesayeta  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nayê pêkanîn sedema vê yekê çi ye?
 
Dema ku em behsa zagonan dikin ji zarokekî bigire heta yê ixtîyar di derbarê wan de zagon hatin derxistin. Lê ji bo gelê kurd tu zagon tune ne. Em dikarin bibêjin zagon ji bo kurdan tune ne. Dema ku mijar dibe kurd dibêjin mafê we tune ye. Mafê me kurdan di ziman de tune bû, mafê me yê ku em bi xwe xwe rê ve bibin tune bû û mafê me di tu tiştê de tune bû. Wê demê Rêber Apo Gelê Kurd bi rê ve dibir her wiha ji bo tevahî gelên bindest têkoşîn dikir, lê  di derheqê Serokê me de tu zagon tune ne. Qaşo dibêjin zagonên navneteweyî ji bo Serokatî, me tu zagon nedîtin va ye Rêber Apo di bin tecrîdê de ye. Dewletên ku komployê didin meşandin li dijî hevdu şer dikin, lê dema ku mijar dibe kurd giştî dewlet dibin dostên hev. Qaşo rêxistina mafên mirov dibêjin em mafê mirovan diparêzin me tiştek ji vê rêxistinê nedît. Bi hezaran kesî ji bo Rêber Apo îmza dan, evqas çalakî hatin lidarxistin û bi hezaran gel dengê xwe ji rêxistina mafên mirovan re şandin, lê belê ji bo Rêber Apo tiştek nekirin. Kesayetek wek Rêber Apo ku li pêşiya her şerî disekine, aramiyê dide avakirin derheqê wî de zagon hatine sekinandin.
 
Dewletên navneteweyî dibêjin qaşo tecrîd rabûye, dewleta tirk jî li gor berjewendiyên xwe destûr dide hevdîtinan hûn vê rêbazê çawa şirove dikin?
 
Di dema dawiyê de bi riya çalakiyên ku dihatin çêkirin Mînak: Leyla Guven ku demeke dirêj çalakiya gireva birçîbûnê da meşandin. Di kesayeta Leyla de bi sedan kes di çalakiya gireva birçîbûnê de cihê xwe girtin. Vê çalakiyê bandorek pir mezin da çêkirin. Em dikarin bibêjin pir caran dewleta tirk pêwistiyên xwe bi hevdîtinan heye, dema ku tengav dibe di nava xwe de dixetime berê xwe dide Serokatî. Ji ber vê yekê çend caran hişt ku parêzer karibin hevdîtinan bi Serokatî re çêbikin. Lê tecrîd hîna ranebûye, tecrîd berdewam e. Tenê dewleta tirk ji bo berjewendiyên xwe hevdîtinan bi Rêber Apo re çêdike. Her tişt di bin çavê cîhanê de ye cîhan dibîne ku  Rêber Apo hîna di bin tecrîdeke giran de ye. Ger ku tecrîd rabûba wê her hefte malbat û parêzer hevdîtin çêbikirana wê demê em dikarin bibêjin tecrîd rabûye. Serokatî ji bo gel têkoşîn dike û gel jî bi Serok Apo re hatiye girêdan. Em dikarin bibêjin ne mafê tu dewletan e ku Gelê Kurd û Serokatî ji hevdu qut bike. Em dibêjin mafê me heye ku em jî wek mirov bijîn, lê mixabin di nava dewletan de mafê kurdan hatiye tunekirin. Ger ku îro mafê me hebûya me ewqas zehmetî nedikişand. Rêber Apo nêzî 20 sal bûn di zindanê de ye û tecrîd li ser tê meşandin.