Şêniyên Mêrdînê li dijî operasyonê bi bertek in

  • 09:23 9 Cotmeh 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Piştî daxuyaniya Tirkiyeyê ya der barê amadekariya operasyona li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şûnde, tevgera li gundên sînor gundî xistin nava fikaran. Tevî sewqiyata leşkerî, jiyana normal didome û gundiyên Nisêbîn û Qoserê diyar kirin ku ew şer naxwazin.
 
Piştî biryara ku wê li hemberî Sûriyeyê tevgera leşkerî bê destpêkirin şûnde ev du roj in, li sînor sewqiyat didome û gelê Nisêbîn û Qoserê yên li sînor dijîn bi fikarin. Gundên nêzî dîwarên sînor, der barê mijarê de fikarên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew şer naxwazin û wê li dijî operasyonê derkevin.
 
Herêm du sal in bi tevger e 
 
Li navçeyên Qoser û Nisêbînê ku di nokteya sînorê Qamişlo, Serêkaniyên û Tirbespiyê ye, ev du roj in tevgera leşkerî tê jiyîn. Bi taybet jî tank û alavên leşkerî yên ji bo qerekolan tên şandin balê dikşînin û fikara gel jî didome. Herêm ev du sal in bi çêkirina tunel, dîwar û têla ceyranê di rojevê de bû.
 
Li xeta sînor bi dehan gund hene
 
Xaniyên li pişt têlên sînor baş xuya dikin û piştî daxuyaniya operasyon û sewqiyata leşkerî şûnde bandorek mezin li ser jiyana gundiyan dibe. Li nokteya sifir a sînor bi dehan gund lê hene. Yek ji van gundan Demîrkapi û gelek gundên din diyar kirin ku duh êvarê ji bo qerekolan sewiyata leşkerî hatiye kirin. Gundiyan diyar kirin ku ev du roje dipên ku ka wê kengê tevger dest pê bike.
 
‘Em şer naxwazin’
 
Welatiyek ku nexwest navê xwe bide wiha got: “Em şer naxwazin. Em mirovên li alî din yên sînor dibînin. Ew jî me dibînin. Gelo wê bi şer çi bikeve destê wan. Bila mirin û xwîn tunebe. Em li dijî şer in, lê em bi van operasyonan natirsin. Em heta dawî li vir in, ji axa xwe dernakevin.”