Li Îzmîrê projeya ‘Bajarên dostên jinan’

  • 09:24 9 Cotmeh 2019
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
ÎZMÎR - Komeleya Jinan a Cumaovasi, li navçeya Menderesê ji xwendin û nivîsandinê, heta hewldêriyê, heta atolyeyan îmze avêt gelek projeyan û îcar jî projeya ‘bajarên dostên jinan’ xist jiyanê. Seroka Komeleyê Urkiye Înal da zanîn ku piştî projeyê qada têkoşîna jinê berfireh bûye û got: “Em dikarin bajaran bînin rewşa bajarên dostên jinan.”
 
Komeleya Jinan a Cumaovasi ku li navçeya Menderes a Îzmîrê xebatan dimeşîne, ji bo pisgirêkên jinan yên navçeyê çareser bike têdikoşe. Seroka Komeleyê Urkiye Înal her sal tevlî mîhrîcana di 8’ê Adarê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê pêk tê dibe û dibîne ku ji Menderesê kes tune. Urkiye li ser vê dibêje divê jinên Menderesê jî li wir be û di 2011’an de ji bo damezrandina komeleyê dest bi xebatan dike û ji bo dengê jinan bide bihistin komeleyê ava dike. Komeleya der barê jinan de gelek xebat meşand di navbera 2014-2016’an de jî projeya ‘bajarên dostên jinan’ pêş xist.
 
‘Divê jin bi awayekî azad bigerin’
 
Urkiyeyê got divê jin li bajaran bi awayekî azad bigerin û got li cîhanê bajarekî bi giştî dostê jinan tune û got Îzmîrê kêm be jî ev pêk aniye û wiha got: “Mînak bi şev lambeyên kolanan tarî bin, serlêdan bê kirin hema lambe pêdikevin. Wesayîtên şaredariyan bi şev piştî 22,00’an şûnde jin ku derê bixwazin li wir dadixin. Xwişkahî wisa ne. Li vir hewldanên me jinan heye.”
 
‘Em ji bo jin, zarok û astengdaran sererastkirinan dixwazin’
 
Urkiyeyê destnîşan kir ku divê jin mafên xwe bizanibûn û got: “Mînak divê li parkan av hebe, cihê paqijkirina binê zarokan hebin. Divê bi ewle be. Em vê di plana stratejîk de dixwazin. Me hinek daxwazên xwe bi rêveberiyên herêmî da qebûlkirin. Me di plana stratejîk ya 2020-204’an de daxwazên xwe ragîhandin. Em dixwazin jin li kolanê rehet bimeşin. Em dixwazin peyarê hinekin baştir bin. Kursî ji ser riyan bên kirin. Jinên diçin bazarê di vê mijarê de zehmetiyan dikşînin. Ya herî girîng jî welatiyên astengdar nikarin bikar bînin. Divê jin hîn bêtir aktîf bikin. Divê jin teqez di mekanîzmayên biryarê de cih bigirin.”
 
‘Em di amadekariya avakirina koperatîfê de ne’
 
Urkiyeyê di dawiya axaftina xwe de got ku ew hewl didin ku projeya der barê aboriyê de pêş bixînin û wiha got: “Li navçeyê qursên der barê jinan de hene. Jinên diçin van qursan hildiberînin, lê qadên ku van berheman binirxînin tune. Me projeyek der barê vê de pêşkêşî wezaretê kir. Projeya me hat qebûlkirin. Me atolyek dirûnê ava kir. Me perwerda da jinan. Me perwerdehiya xwendin û nivîsandinê da jinan. Niha jî em hewl didin ku koperatîfa jinan ava bikin.”