Şêrîn Hesen: Xwestin bi rêya komployê derbeyekê li vîna gelê kurd bixin
- 09:31 9 Cotmeh 2019
- Rojane
Hesna Muhemed
ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Şêrîn Hesen, derbarê komploya navneteweyî ya ku li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin, nirxandin kir û got: "Bi komploya 9'ê Cotmehê xwesin derbeyekê li vîna gelê kurd bixin ji ber li dijî sîstem û berjewendiyên dewletan fikrê rêber Apo felsefeyeke nû bû."
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de, bi hevkirineke navneteweyî rastî komployekê hat. Ji bo tunekirina fikrê projeya netewa demokratîk ya ku li dijî zihniyeta desthilatdariyê derketiye, ev komplo pêk hat. Heta roja me ye îro jî li ser Gelê Kurd de ev komplo didome. Gelê kurd li hember vê yekê asta têkoşîna xwe mezin kirine û komplo vala derxistine. Têkildarî mijarê Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Şêrîn Hesen nirxanidin kir û got: "Fikrê rêber Apo dîroka kurd zindî kir. Li dijî komployan dê berxwedana me her bidome."
'Gelê Kurd li ser piya ne û ji bo azadiya xwe tev digerin û têdikoşin'
Di destpêka axaftina xwe de Şêrînê wiha got: "Komploya ku li ser rêbertî hatiye meşandin di heman demê de li ser gelê kurd hat meşandin. Dewletên navneteweyî hemû di nava vê pilanê de cih digirin. Armanca komployê ew e ku derbe li vîna gelê kurd bikeve û ji rêya têkoşînê vegerin û ji fikirê azad dûr bikevin. Berovajî xeyalên wan, Gelê Kurd li ser piya ne û ji bo azadiya xwe tev digerin û têdikoşin."
'Hebûna rêbertî xeteriya li ser berjewendiyên desthilatdaran bû'
Şêrînê di dewamiya axaftina de bal kişand ser armancên fikrê azad û bêbextiya dîrokê û wiha axaftina xwe domand: "Rêber Apo bi têkoşîna xwe ji bo doza kurd careke din dîrok veguherî qonaxeke nû. Xwest di nava dîroka bê bext de kurd jî hebin, ji ber her tim windabûnek ji kurdan re hatibû çêkirin. Dîroka kurd ji nû ve zindî bike. Ji ber hêzên desthilat rêbertî weke xeteriyekê li dijî berjewendiyên xwe dibînin û ji bo wê jî hîn komplo berdewame û rêberê me din bin tecrîde giran de ye."
'Felesefeya Rêber Apo li dijî berjewendiyên nîjadperestan bû'
Şêrînê di nava gotinên xwe de qala xeta azadiya jinê kir û wiha got: "Li dijî sîstem û berjewendiyên dewletan fikrê rêber Apo felsefeyeke nû bû. Li ser esasê wê gel xwe birêxistin kirin. Rêber Apo di nava tevlîheviya li rojhilata navîn parastina xeta azadiya jinê kir, ji ber ku jin nûnertiya civakê dike û jêre dibe pêşeng. Di dîroka koletiya civakan de, her tim tundî di şexsê jinê de dihat meşandin, rêber Apo ev tişt red kir û ji nû ve ruhê jinê zindî kir û hebûna wê parast."
'Komploya navneteweyî heta roja me ye îro jî didome'
Şêrînê da zanîn ku heta roja me ye îro jî ev komplo di şexsê Gelê Kurd de didome û wiha dewam kir: "Dagirkina herêmên Kurdan û gefên ku li ser axa me çêdibin encamên komployê ne. Kurd ji her tiştî bê par dibînin û desthildatdar armancên xwe li ser axa kurdan pêk tînin. Em dikarin bêjin ku komplo bi hemû hêza xwe didome. Gelê kurd xwediyê projeya demokrasiyê ne, tu carî li aliyê berjewendiyên tu kesan cih nagire. Xeta me ya esasî têkoşîn û berxwedan e. "
'Divê asta têkoşînê li hember komployê mezin bibe'
Şêrînê wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Li hember hêzên komploger asta têkoşîna me bilind e. Azadiya rêberê me azadiye me temsîl dike. Em ê azad bi rêberê xwe re bijîn û hemû pilanan vala derbixin. "







