Li hember gefan ciwanên Efrîn û Şehbayê meşek bi wesayitan li dar xistin
- 09:33 9 Cotmeh 2019
- Rojane
ŞEHBA - Li hember gef û êrîşên dewleta tirk, li ser Rojhilata Firatê û bi hatina 9'ê Cotmehê Yekîtiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya şaxa Efrîn û Şehbayê meşek bi wesayitan li navçeya Ehresê li dar xistin.
Bi dehan ji ciwanên Kantona Efrîn û Şehbayê bi armanca şermezarkirina gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojhilatê Firatê meşek bi wesayitan li dar xistin.
Bi tevlîbûna Rêxistina Kongreya Star, Yekîtiyên Ciwanên Efrîn û Şehbayê, meş ji Navçeya Ehresê dest pê kir û li gundên Kantona Şehbayê berdewam kir û li gundê Wehşiyê ya navçeya Fafînê bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" û "Na ji dagirkeriyê re" meşa wesayitan bi dawî bû.







