4 kesên ku li dijî qeyûman kampanyaya îmzeyê dimeşandin hatin binçavkirin

  • 09:34 9 Cotmeh 2019
  • Rojane
AMED - Di çarçoveya kampanyaya îmzeyê ya ku HDP'ê li dijî tayinkirina qeyûman dabû destpêkirin li Navçeya Yenişehîrê 4 kesên ku xebat didan meşandin hatin binçavkirin. 
 
Di çarçoveya kampanyaya îmzeyê ya ku HDP'ê li dijî tayinkirina qeyûman dabû destpêkirin li Navçeya Yenişehîrê 4 kesên bi navê Mehmet Zeki Bagcik, Nihal Yanik, Semiha Demir, Halis Altin ku xebat didan meşandin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. 
 
4 kesên ku hatin binçavkirin polîsan ew birin Muduriyeta Emniyeta Amedê.