Wezîra Parastinê ya Elmanyayê Tirkiye hişyar kir
- 09:54 9 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîra Parastinê ya Elman Annegret-Kramp-Karrenbauer dewleta tirk hişyar kir ku amadekariya operasyona leşkerî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û bang li Enqereyê kir ku xwe ji gavên bibin sedema bêaramiya herêmê vegere.
Li dijî gefên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, demeke li Elmanyayê nerazîbûn hebûn. Partiyên mûxalefetê yên mîna Partiya Çep û Keskan, bi rengekî cidî dewleta tirk hişyar kirin û xwestin ambargoya çekan li Tirkiyeyê bê ferzkirin. Rayedarên hikûmeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel heta niha li şûna daxuyaniyeke yekser, tenê berdevkên hikûmetê di civînên çapemeniyê de dema ku pirs dihate kirin der barê mijarê diaxivîn.
Lê belê vê carê payebilindekê dewleta tirk hişyar kir. Wezîra Parastinê Annegret-Kramp-Karrenbauer ku li Malî serdana leşkerên Elman kir, bang li Enqereyê kir ku xwe ji gavên bibin sedema bêaramiya herêmê vegire.
Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) ragihand ku Annegret ji bo Tirkiyeyê gotiye, "Em ji partnerê xwe yê NATO'yê hêvî dikin ku li şûna aramiya li herêmê têk bibe, gavên ku aramiya heyî xurt bike biavêje."
Wezîra Elman ji bo "herêma ewle" ku Tirkiye dixwaze ava bike got, "gelekî metirsîdare" û diyar kir, "Daxuyaniya DYE'yê ya ji bo vekişandina leşkerên xwe ji herêmê nîşan dide ku leşkerên Elman ên li herêmê ne çiqasî wezîfeyeke girîng dikin. Divê em teqez li herêmê bimînin."







