Dayika Aştiyê Mevlude Beştaş a girtî bi nexweşiya penceşêrê ket
- 12:34 9 Cotmeh 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Mevlude Beştaş ya ji sedi 86 astendar ku li Girtîgeha Şakranê girtî ye hat ragihandin ku bi nexweşiya penceşêrê ya kezeba spî ketiye.
Dayika Aştiyê Mevlude Beştaş a astengdar di 62 salîya xwe de bi hinceta ku tevli Çalakiya Mertalên Zindî ya li Çiyayê Bagokê bibû di cotmeha sala 2018'an de hatibû binçavkirin û piştî ku hat girtin şandibûn Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê. Mevlude ya ku 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û cezayê wê ji aliyê dadgeha bilind ve jî hat erêkirin, li Nexweşxaneya Antalya û li Nexweşxaneya Perewerde û Lêkolînê ya Amedê hatibû dermankirin. Li gel ku derbarê Mevludeyê de rapora ji sedî 86 ya astengdar heye jî nayê tahliyekirin.
Li gorî agahiyên ku ji malbata Mewludeyê hat girtin, hat diyarkirin ku di tahlîlên wê yên herî dawî de derketiye holê ku Mevlude bi penceşêra kezeba spî ye.







