Di nobeta demokrasiyê de komploya 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin

  • 13:04 9 Cotmeh 2019
  • Rojane
WAN - Di Nobeta Demokrasiyê ya ku li dijî qeyûman dest pê kir û di roja xwe ya 52'emîn de ye komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, hat şermezarkirin. Di nobetê de hat gotin ku tecrîda giran a ku bi destên tifaqa AKP û MHP'ê ev 5 sal in didome berdewamiya komploya 9'ê Cotmehê ye. 
 
Di Nobeta Demokrasiyê ya ku li dijî qeyûman dest pê kir û di roja xwe ya 52'emîn de ye komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, hat şermezarkirin. Di nobetê de hat gotin ku tecrîda giran a ku bi destên tifaqa AKP û MHP'ê ev 5 sal in didome berdewamiya komploya 9'ê Cotmehê ye. Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Muazez Orhan, Murat Sarisaç, heverokên HDP'ê yên Wanê, endamên meclîsê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdarî nobetê ya li ber avahiya Îpeyoluyê ya HDP'ê bûn. 
 
'Abdullah Ocalan tevî tecrîdê got aştî'
 
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç got:"Hêzên navneteweyî di sedsala 21'emîn de xwestin Rojhilata Navîn dizayn bikin loma birêz Abdullah Ocalan li dijî xwe wekî astengiyekê dîtin. Ji bo polîtîkayên şer têxin meriyetê Birêz Ocalan girtin û kirin girtîgehê. Lê Abdullah Ocalan tevî tecrîdê got aştî. Tecrîda giran a ku bi destên tifaqa AKP û MHP'ê ev 5 sal in didome berdewamiya komploya 9'ê Cotmehê ye. Lê komplo ji aliyê Abdullha Ocalan ku her li ser paradîgmaya aştî û demokrasiyê têkoşiyaye, vala hat derxistin."
 
Piştî daxuyaniyê welatiyan çalakiya rûniştinê pêk anîn û çalakiya rûniştinê bi dirûşmên "Ji şer na, ji aştiyê re erê","Em jin in em dayik in em li aliyê aştiyê ne","Em ê serî hildin û bi ser bikevin" bi dawî bû.