Li seranserî bajarên Herêma Cizîrê li dijî komployê meşên girseyî hatin lidarxistin
- 14:48 9 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina komploya 9'ê cotmehê ya ku li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat meşandin, li seranserî bajarên Herêma Cizîrê meşên girseyî hatin lidarxistin.
Rêberê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî di 9'Cotmeha1998'an de ji Sûriyeyê hate derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de dîl hat girtin û radestî dewleta tirk hat kirin. Bi armanca şermezarkirina salvegera 21'emîn ya komploya navneteweyî bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û helwesta xwe li dijî kiryarên komployê nîşan dan.
Tirbespiyê
Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê, bi pêşengtiya Kongreya Star, meşeke girseyî li dar xistin. Meş ji navenda kongreya star dest pê kir û li navenda ciwanên şoreşger hat rawestandin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê axaftin hatin kirin. Li ser navê Kongreya Star Leyla Îskan, li ser navê Partiyên siyasî Hikmet Hebîb û li ser navê Partiya Yekîtya Demokratîk (PYD) Mihemed Ebd Elezîz axivîn.
Kesên ku axvin wiha gotin:" Kiryarên komployê şermezarkirin û da zanîn ku felsefeya azad her zindî ye di nava ruh û mêjiyê gelê herêmê de û ew ê bi fikirê azad têkoşîna xwe dewam bikin. Axaftvanan di nava gotinên xwe de gef û êrîşên dewleta tirki şermezar kirin û teqez kirin ku ew ê heya dawiyê têbikoşin."
Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
Dêrik
Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê bi hemû pêkhateyên xwe daketin qadan û komploya 9'ê cotmehê şermezar kirin. Meş ji qada azadî dest pê kir û li qada jina azad hat rawestandin. Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin hatin kirin.
Li ser navê Kongreya Star Zilfa Bedro, li ser navê Meclisa bajêr Ebd El- Rehîm Mihmed axivîn.
Kesên ku axivîn wiha gotin: "Fikrê rêbertî ronî da tevahî rojhilata navîn, careke din ruhê kurd zindî kir, da ku careke din bibe xwedî maf. Em li ser axa bakur û rojhilatê sûriyeyê bi fikirê rêberê xwe bawer in û tu hêz nikarin îradeya me binpê bikin. Bûyerên ku îro li ser axa me diqewimin encamên vê yekê ne. Em rastî êrîşên tirkiyeyê tên , dîsa careke din şerê hebûn û tunebûnê li ber derî ye. Divê em layiqî felsefeya rêberê xwe bin û faşîzmê têk bibin."
Meş bi dirûşma "Bijî Serok Apo", " Bimre îxanet" bi dawî bû.







